Hêzên Ewlekariyê yên kampa Holê di depoyeke madeyên amadekirina bombeyên şewatê de 2 jinên DAIŞ‘î yên Mexrîbî girtin.
Hêzên Ewlekariyê li kampa Holê girtine ser depoyekê ku tê de 70 şûşeyên benzînê hene û 2 jinên DAIŞ‘î yên mexrîb di depoyê de girtin.
Hate gotin ku çete van madeyan ji bo çêkirina bombeyên şewatê “Molotof” bi kar tînin.
Di 10 rojên dawî de 2 depoyên van madeyan li beşê jinên DAIŞ‘ê yên kampa Holê têne dîtin.