Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel-YPG bi boneya salvegera şeşemîn a dagirkirina Efrînê daxuyaniyek da û got:
“6 sal in li Efrînê hemû pîvan tên binpêkirin.
Heya azadkirina axa Efrînê û hemû herêmên dagirkirî em ê têkoşîna xwe bidomînin û şerê azadiyê mezintir bikin.”
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel-YPG bi boneya salvegera şeşemîn a dagirkirina Efrînê daxuyaniyek da.
Fermandariya YPG’ê diyar kir ku di destpêka sedsala 20’an de, pergala qirkirinê ya kurewî war û hebûna Kurdan di nav dewletên herêmê de belav kiriye û got:
“Dewleta Tirk a dagirker jî weke nobedarê domandina vê pergalê hatiye erkdarkirin.
Hemû destkeftiyên gelê Kurd her tim bûne hedefa vê pergalê û êrîşkirina li ser bajarê Efrînê jî gaveke nû ya vê pergalê bû ku gelê Kurd nikaribe bi hebûn û îradeya xwe li ser axa xwe azad bijî.
Aşkere ye ku êrîşa li ser Efrînê bi pesendkirina hêzên emperyal ên ku li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê xwedî bandor in pêk hat.”
YPG: Berxwedana serdemê dîrokî bû
Fermandariya YPG’ê Berxwedana Serdemê ya Efrînê bibîr xist û têkildarî berxwedanê wiha got:
“Pêvajo û bûyerek bêhempa bû ku di dîrokê de mînaka wê nehatibû dîtin.
Fedakarî û berxwedêriya gelê me û hêzên me ya li Efrînê, herêm ji dewleta dagirker re teng kir û careke din îspat kir ku li hemberî her cûre êrişkariyê, gelê me dikare bi hêza xwe ya cewherî xwe biparêze.”
YPG: Dagirkeriya li Efrînê sûcek li dijî hiqûqa navneteweyî ye
Fermandariya YPG’ê destnîşan kir ku 6 sal in li Efrînê hemû pîvan tên binpêkirin û got:
“Di 6 salên borî de li Efrînê demografî hat guhertin, Kurd hatin koçberkirin, mafên mirovan ên ku bi yasa û peymanên navnetewî hatine parastin û dewleta Tirk jî aliyek ji wan hevpeymanan e, tên binpêkirin.
Bi koçberkirina Efrîniyan tê armanckirin ku nasnameya herêmê bê guhertin.
Dagirkeriya li Efrînê sûcek li dijî mirovahî û hiqûqa navneteweyî ye, wê dijî vê yekê têkoşîn bê mezinkirin.”
YPG: Em ê şerê azadiyê mezintir bikin
Fermandariya YPG’ê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got:
“Heya azadkirina axa Efrînê û hemû herêmên dagirkirî em ê têkoşîna xwe bidomînin.
Em hemû hevrêyên xwe yên ku di berxwedana Serdemê ya Efrînê de şehîd bûne bi hurmet bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê di şopa wan de şerê azadiyê mezintir bikin.”