Putin di hilbijartinê de bi serket

Di hilbijartinên serokdewletiyê ya Rûsyayê de ku zêdetirî 80 herêman hat li darxistin Putin bi rêjeya 87,8 dîsa bi ser ket.
Serokdewletê Ukraynayê Zelenskiy anî ziman ku hilbijartinên hatiye kirin ne rewa ye û diyar kir ku Putin ji bo desthilatdariyê bimîne her tiştî kir.
Li aliyê din jî malper û rojnameyên nûçeyan ên Amerîka û Ewropayê cîh dan hilbijartinên Rûsyayê.
Malparan li ser hilbijartinê balkişandin ser nebûna muxalefeta rasteqîn.

Li Rûsyayê hilbijartina Serok dewletî ya Rûsyayê hat li darxistin.

Hilbijartin sê roj ajot û li gor saetê Moskowê saet 21’an qediya.

Li seranserî welêt zêdetirî 80 herêman hilbijartin pêk hat.

Hilbijêran hem dengê xwe di sindoqan de kar anîn hem jî bi riya elektronîkê.

Dengdana ji dûr ve jî Moskow jî di nav de li 29 herêman pêk hat.

Rêjeya tevlîbûna hilbijartinê ji sedî 74 bû.

Li gorî sindoqên hatiye vekirin Vladimir Putin ji sedî 87,8 deng stand.

Li gor vê rêjeyê Putin di hilbijartina Serokdewletiyê de bi ser ket.

Zelenskiy: Hilbijartinên Rûsyayê ne rewa ye

Serokdewletê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy derbarê hilbijartinên li Rûsyayê de axivî.

Zelenskiy anî ziman ku Putin dixwaze heya dawî li desthilatdariyê bimîne û got:

“Dîktatorê Rûsî sîmulasyona hilbijartineke nû dike.

Putin ji bo di desthilatdariyê de bimîne her tiştî dike.

Ti rewabûna vê hilbijartinê tune ye. Divê Putin li Laheyê bê darizandin.”

Derbarê hilbijartinê de çapemeniyên Cîhanê

Malper û rojnameyên nûçeyan ên Amerîka û Ewropayê cîh dan hilbijartinên Rûsyayê.

Malparan li ser hilbijartinê balkişandin ser nebûna muxalefeta rasteqîn.

WSJ: Putin sînyal da ku ew ê şer berdewam bikin

Rojnameya Wall Street Journal (WSJ) a Amerîkayê bi ser navê ‘Putîn di hilbijartinê de bi yek encamekê bi ser ket’ cîh da hilbijartinên Serokdewletiya Rûsyayê.

Rojnameyê li gor axaftin û roportajên Putinê diyar kir ku Putin sinyal daye ewê şer berdewam bikin.

NYT: Pêşbîrkeke rast tune bû

Rojnameya New York Times (NYT) ya Amerîkayê bi nûçeya “Pûtîn bi peywira xwe ya nû ya 6 salan re di rêveberiya Rûsyayê de pozîsyona xwe xurt kir” derket pêş.

Rojnameyê amaje bi wê yekê jî kir ku di hilbijartinan de “reqabeteke rast” çênebûye û bal kişand ser wê yekê ku bi van encaman Pûtîn wê herî kêm heta sala 2030’î pêşengiya Rûsyayê bike.

BBC: Destûr tu namzetên muxalîf ên pêbawer nehat dayîn

Malpera nûçeyan a BBC ya Îngilîstanê di nûçeya xwe ya bi sernavê “Pûtîn di hilbijartinan de bi ser ket û heqaret li demokrasiya Amerîkayê kir” derket pêş.

Malperê bi bîr xist ku di hilbijartinan de ji bilî Pûtîn 3 namzetên din jî hebûn û got,

“Di rastiyê de destûr nehat dayîn ku namzetê mûxalefetê yê pêbawer hebin û beşdarî pêşbirka hilbijartinê bibin.”

CNN: Piraniya muxalîf yan mirin yan ji hatin girtin

Malpera nûçeyan a CNN International a Amerîkayê bi nûçeya “Pûtîn piştî hilbijartinên dewletê ku muxalefeteke pêbawer tunebû, desthilatdariya xwe ya yek kesî li Rûsyayê dirêj kir” derket pêş.

Di nûçeya CNN de hat gotin ku ‘piraniya namzedên mûxalefetê yan mirine, yan girtî ne yan jî destûr nehat dayîn ku beşdarî hilbijartinê bibin’

Hilbijartinên li Rûsyayê

Back to top button