Li Tacekistanê lehî û şemitîna axê

Li Tacîkistanê di encama şemitîna axê û lehiyê de, herî kêm 21 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li başûrê rojavayê Çînê jî ji ber lehiyê 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes winda bûn.
Serokê Çînê Xi Jinping ferman da rayedaran ku ji bo lêgerîna li kesên winda çi ji destê wan bê bikin.

Li Tacîkistanê ku welatekî çiyayî yê li Asya Navîn e, ji ber baranê erd şemitî, teht wergeriya.

Di encamê de herî kêm 21 kes mirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Rewşa Lezgîn, li vî welatê komara berê ya Sovyetê ji ber baranê di nava sê rojan de herî kêm 21 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Wezaretê diyar kir ku ji ber barana zêde ya 27’ê Tebaxê destpê kir, li nêzî deh bajarok û navçeyê bû sedema lehiya ji herî, şemitîna ax û tehtan.

Li Çînê bager û lehî

Li başûrê rojavayê Çînê jî ji ber bahoz û baranên zêde lêhî rabû.

Televîzyona dewletê CCTV ragihand ku bahoz bûye sedema lehiyê û bi taybetî bandor li kargeheke pola kiriye ku bêtirî 200 kes lê dixebitîn.

Li Çînê ji ber lehiyê 4 kes mirin, bi dehan winda ne

Çapemeniya dewletê diyar kir ku heta niha ji ber lehiyê 4 kes mirin, 48 kes jî winda bûn.

Hate ragihandin ku karên rizgarkirinê hîn jî dewam dikin.

21’ê Tebaxê li navçeyeke çiyayî ya eyaleta Sîchûanê li Jînyangê, barana zêde bû sedema xisareke mezin.

Her wiha 5 kes bi gumana ‘ranegihandina bûyereke ewlekariyê yan jî ragihandina şaş’ hatin girtin.

Li gorî nûçeya qenalê Serokê Çînê Xi Jinping (Şi Jin-pîng) ferman da rayedaran ku ji bo lêgerîna li kesên winda û aramkirina malbatên wan çi ji destê wan bê bikin.

Di meha Tîrmehêde, li bakurê welêt ji ber bahoz û lehiyê herî kêm 78 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Back to top button