Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Fîdan diçe Rûsyayê

Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan wê sibê ji bo serdaneke 2 rojî biçe Rûsyayê.
Fîdan wê li Moskowê bi hempîşeyê xwe Lavrov re bicive.

Wezareta Karê Derve ya Tirkiyê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî parve kir:

“Di çarçoveya serdanê de tê pêşbînîkirin ku li ser geşedanên herêmî û cîhanî bi taybet li ser mijarên di rojeva têkiliyên me yên dualî de nîqaş bên kirin.”

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova jî îro Çarşemê ragihand ku Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov wê 31’ê Tebaxê û 1ê Îlonê li Rûsyayê bi Fîdan re hevdîtinekê pêk bîne.

Tê çaverêkirin ku Fîdan û Lavrov li ser vegerandina Rûsyayê bo Peymana Genim nêrînên xwe bi hev re parve bikin.

Piştî ku Rûsya ji peymanê vekişiya li Behra Reş alozî zêde bû.

Erdogan jî di demeke nêz de wê biçe Soçî

Ji aliyê din ve tê çaverêkirin ku Serokomarê rejîma Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di demeke nêz de serdana Rûsyayê jî bike.

Berdevkê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Omer Çelîk doh serdana Erdogan ya bo Soçî piştrast kiribû.

Back to top button