Pakistan li Efxanîstanê êrîşa hewayî pêk anî

Pakistanêli ser du bajarên Efxanîstanê êrîşa hewayî pêk anî.
Di vê êrîşê de 9 kes jiyana xwe ji dest da.
Rejîma Talîbanê ya li Efxanîstanê hişyarî da Pakistanê û got: “Dibe ku encamên neyên kontrolkirin rû bidin.”

Berdevkê Talîbanê Zabîhûllah Mucahîd ragihand ku balafirên Pakistanê li bajarê Paktîkayê malên sivîlan bombebaran kirine û di encamê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Mucahîdî diyar kir ku li bajarê Hostê jî êrîşeke hewayî hatiye kirin û di encamê de du jinan jiyana xwe ji dest dane.

Berdevkê Talîbanê anî ziman ku Efxanistan van êrîşan şermezar dike û bertek nîşanî binpêkirina serweriya Efxanistanê da û got:

“Dibe ku encamên van êrîşan yên ku Pakistan nikaribe kontrol bike, pêk were.”

Di êrîşê hewayî de 9 kes jiyana xwe ji dest da

Piştî ku Talîbanê di sala 2021’ê de li Kabulê desthilatdarî bi dest xist, aloziyên sînorî yên di navbera her du welatan de zêde bûn.

Pakistan îdîa dike ku komên çekdar ên wekî Tehrîk Talîban Pakistan (TTP-Tevgera Talîbanê ya Pakistanê) li dijî xala Efxanistanê li ser sînor êrîşên plankirî pêk anîne.

Êrîşên hewayî yên Pakistanê du rojan piştî ku 7 leşkerên wan li nêzîkî sînorê Efxanistanê hatine kuştin, pêk hat.

Serokomarê Pakistanê Asîf Alî Zerdarîyî ragihand ku êrîş ji aliyê ‘terorîstan’ ve hatiye kirin.

Zerdarîyî got:

‘kiryar her kî be û ji kîjan welatî jî hatibe’ jî Îslamabad wê bi awayekî dijwar bersiva vê yekê bide.

Talîban: Wê encamên xwe hebin

Li gorî AFP’ê çavkaniyeke Tevgera Talîbanê ya Pakistanê TTP’ê ku nexwestiye xwe eşkere bike, ragihandiye ku tenê li bajarê Paktîkayê di encama bombebaranê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha çavkaniyê ragihandiye ku xaniyek hatiye hedefgirtin û 2 jin û 7 zarok hatine kuştin.

Di bombebarana artêşa Pakistanê de ya li ser rojhilatê Efxanistanê ya di Nîsana 2022’yan de nêzîkî 50 kesî jiyana xwe ji dest dabû

û Îslamabadê ji Kabûlê xwestibû ku li dijî komên çekdar ên ku êrîşî xaka wan dikin, ‘tedbîrên tund’ bistînin.

Back to top button