Nîjer hevkariya leşkerî ya bi Amerîkayê re bi dawî kir

Li Nîjerê artêşê hewl dide hêzên Amerîkî ji welêt derkeve.
Li paytexta Nîjer Nîamey’ê artêşa desthilatdar, îdîa kir ku hebûna Amerîkayê ‘derqanûnî’ ye
Her wiha peymana hevkariya leşkerî ya bi Washîngtonê re ku di sala 2012’an de hat îmzekirin, bi dawî kir.

Piştî Fransiyan, dibe ku artêşa Amerîka jî neçar bê hiştin ku ji Nîjerê derkeve.

Li Nîamey’ê generalên rejîma desthilatdar di 16’ê Adarê de roja Şemiyê bi daxuyaniyekê diyar kirin ku hebûna Amerîkayê derqanûniye.

Her wiha destnîşan kirin ku divê peymana hevkariya leşkerî ya ku di sala 2012’an de bi Amerîka re hatibû îmza kirin demildest bê betalkirin.

Rejîma Nîamey’ê di 26’ê Tîrmeha 2023’yan de bi darbeyekê hatiye ser desthilatdariyê piştî bi demeke kurt dawî li peymanên hevkariya leşkerî ya bi Fransayê re anî

û leşkerên dawî yên Fransayê di dawiya Kanûna 2023’yan de ji Nîjerê derketine.

Piştî derbeya ku di encamê de serokwezîrê hilbijartî Mihemed Bazom hat xistin, Washîngtonê hevkariya bi Nîjer re dabû rawestandin.

Lê di bin navê têkoşîna li dijî “cîhatperestên radîkal” de li welêt nêzî hezar û sed leşker û baregeheke mezin a balafirên bêmirov li bajarê Agadezê yên Amerîkayê hene.

Amerîkayê di meha Kanûnê de ragihandibû ku li gorî şert û mercan ew amade ne vê hevkariyê bidomînin.

Baregeha Amerîkî di bin xeteriyê de ye

Nêzîkî hezar leşkerên Amerîkî li Nîjerê hene.

Li nêzî bajarê Agadez ê li başûrê Çola Sahrayê baregeheke yên balafirên bê mirov ya bi navê Niger Air Base 201 heye.

Nîjer 201 duyemîn baregeha herî mezin e ku Amerîka li Afrîkayê operasyonên balafirên bê mirov pêk tîne.

Di rêzê de yekem baregeha daîmî ya li Cibûtî ye.

Nîjer 201, ku ji bo 10 salan ji eyaleta Nîjerê hatiye kirêkirin, li Amerîkayê mezintirîn û bihatirîn baregeha balafirên bê mirov tê hesibandin.

Back to top button