Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê daxuyaniyek da û got: Em li gel gelê Efrînê ne.
Daxuyanî li navçeya Sinûnê ji aliyê endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Ehram Îsmaîl ve hate dayîn.
Di daxuyaniyê sûc û binpêkirinên li Efrînê hat şermezarkirin û hat gotiin:
Armanca wan ji dagirkeriyê û êrîşan tune kirin û tirsandina gela ye.
Em berxwedaniya xelkê Efrînê pîroz dikin û dibêjin ku em li pişta Efrîniyan e.
Êrîşên dewleta Tirk û hevkarên wan yên li ser Efrînê çêbûn dixwazin heman êrîşan îro bînin ser Şengalê.
TAJÊ balkişand ser hevîdtinên di navbera Iraq, Tirkiyê û PDK’ê û wiha domand:
Li ser navê me Êzidiyan nikarin tu biryaran bidin.
Em bang li Iraqê dikin ku bêne bi Şengaliyên resen û parastvanê vê axê re rûnên û pirsgirêkan nîqaş bikin û çareseriyekê deynin.
YPG: Êrîşa li ser Efrînê bi pesendkirina hêzên emperyal pêk hat