Dagirkeran du sivîl ji navçeya Raco û Cindirêsê revandin

Li Efrîna dagirkirî, ji bo standina pereyan çeteyên dewleta Tirk a dagirker du sivîl ji navçeyên Efrînê revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûrî ragihand ku 6’ê Cotmehê, çeteyan şêniyê bi navê Mistefa kolîn Elo yê ji gundê Dîkê yê navçeya Raco revand.

Li gorî rêxstinê, çeteyan Mistefa li ser benda kontrolê yê gundê Kokanê yê Mabata revand û heta niha çarenûsa wî nediyar e.

5’ê Cotmehê jî li navçeya Cindirêsê çeteyan şêniyê bi navê Ferîd Fewzî Hesen yê ji gundê Qûcîma revand.

Rêxistinê da zanîn ku ji bo stndina pereyan, çeteyan Ferîd ji guvaştgeha wî revand.

Dagirker bi navê zekatê zeytûnên şêniyên Efrînê talan dikin

Li aliyê din, çete bi rêbazên cuda bac ji Efrîniyan distînin û bi navê zekatê bac li şêniyan ferz dikin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, çeteyên bi navê “Desteya Giştî ya Zekatê” ya girîdayî dewleta Tirk a dagirker bi biryarekê, ji sedî 5 baca berhemên zeytûnan li ser şêniyên Efrînê ferz kirin.

Back to top button