Zelensky: Rûsya hewil dide Derya Reş li dijî tevahî cîhanê kar bîne

Li Kîevê civîna hevkarên aborî yên Derya Reş hate lidarxistin.
Serokomarê Ukrayna Zelensky diyar kir ku wan bingehekî ji bo ewlekariya Derya Reş dîtiye û got:
Gelê Ukrayna bi hevkarên xwe re, garantorên vê ewlekariyê ne.
Zelensky her wiha îdia kir ku Rûsya piştî despêkirina şer herêma Derya Reş li dijî tevahî cîhanê bikar tîne.

Civîna 62. a Lijneya Giştî ya Meclîsa Parlamenteran a Hevkariya Aborî ya Derya Reş (BSEC) li paytexta Ukrayna Kîevê hat lidarxistin.

Nûnerên welatên endamm beşdarî civîna bi serokatiya Serokê Parlamentoya Ukraynayê Ruslan Stefanchuk bûn.

Di vekirina civînê de, Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky bi vîdeo konferansê axivî.

Zelensky diyar kir ku Derya Reş xwedî girîngiyeke mezin e û got,

“Derya Reş yek ji hîmên ewlekariya cîhanê ye.

Gelê me bi hevkarên xwe re garantorê vê ewlehiyê ne.”

Zelenskî diyar kir ku Rûsyayê li dijî pîvanên navneteweyî ya li Derya Reş tevdîrên êrîşkar pêk anîn û ev tişt anî ziman:

“Rûsyayê bi salan binesaziya xwe ya leşkerî ji bo têkbirina jiyana asayî ya gelên li Kirimê bi kar anî.

Rûsyayê di êrîşên xwe yên li hemberî Gurcistanê de Deryaya Reş bi kar anî.”

Zelensky diyar kir ku Rûsyayê bi destpêkirina şer re hewl da herêma Derya Reş li dijî hemû cîhanê bi kar bîne û got,

“Rûsya ji bo ku bazara xurekan a cîhanê xera bike û bi vî rengî kaoseke nû derxîne benderên me dorpêç kir û bi zanebûn binesaziya bender û hinardekirina me hilweşand.”

“Rûsya êdî nikare Deryaya Reş ji bo têkbirina rewşa herêmên din bikar bîne.”

Zelensky bal kişand ser wê yekê ku hevkariya di navbera welatên herêma Deryaya Reş de bi piştgirîya hevkaran nîşan dide ku aramî di bazara xwarinê ya cîhanî de dikare careke din pêk were.

Zelensky bal kişand ser girîngiya hevkariyê li herêma Derya Reş, diyar kir ku divê Rêxistina Hevkariya Aborî ya Derya Reş were zindîkirin û aktîfkirin.

Zelensky: Rola avdiika di parastinê de stratejîk e

Back to top button