“Em ê berxwedana serdemê mezin bikin û dagirkeriyê têk bibin”

Li Herêmê salvega 6’an a dagirkeriya Efrînê gel di nava çalakiyan de, bûn.
Li Şehba û Helebê bi meşên girseyîî salvegera dagirkirina Efrînê hate şermezarkirin.
Beşdaran eşkere kirin ku vegera wan û tevahî hêzên wan ên leşkerî bo Efrînê nêz e.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî salvegera 6’an a dagirkirina Efrînê çalakî hatin li darxistin.

Bi hezaran ji koçberên Efrîn û xelkên Şehbayê bi vê hewlestê salvegera 6’an a dagirkeriya Efrînê şermzarkirin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehba Xedîce Îbo axivî û eşkere kir ku dewleta Tirk li ser hesabê gelê herêmê dixwaze împaratoriya Osmanî vejîne.

Xedîceyê banga xurtkirina têkoşînê kir.

Her wiha Hevserokê Meclisa navçeya Ehdasê Fewzî Mistefa jî eşkere kir ku ew şopdarên berxwedana li hember siyasetên dagirkeriyê ne ta ku Efrîn û tevahî xaka Sûriyê tê rizgarkirin.

Ji helebê peyam: Hilbijêra berxwedan e û vegera me nêz e

Li Helebê jî hêrsa li dijî dagirkirina Efrînê hebû.

Bi hezaran ji koçberên Efrînê û şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji bo şermezarkirina dagirkerina Efrînê meşiyan.

Di çalakiyê de, wêne ciwanê kurd Ehmed Memo yê beriya demekê li nava Efrînê hatibû kuştin hatin hildan.

Li qada Cebanat a beşa rojhilat a taxa Şêxmeqûsdê ya Helebê meş vegerî mîtîngê.

Li wir koçber Behcet Ebdo axivî û şehîdên Berxwdana Serdemê bi bîr anîn û got:

“Em reşahiya li ser herêmên me rakin û aştiyê lê vegerînin.

Em dagirkeriyê têk bibin û bi serbilindî tevî hêzên xwe yên leşkerî (HRE) vegerin.”

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Remziye Salih El Kurdî girîngî da sûcên li Efrînê dibin û bang li NYˊyê û hêzên demokratîk ku berpirsiyariya xwe rakin.

Koçberên Efrînê: Em ê ji bo rizgarkirina Efrînê li ber xwe bidin û têbikoşin

Back to top button