Li Kobanê û Minbicê dagirkirina Efrînê hate şermezarkirin

Gelê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe ji bo şermezarkirina dagirkirina Efrînê îro bi girseyî li qadan bûn.
Di çalakiyan de hate diyarkirin ku ji bo dawîanîna li dagirkeriya Tirkiyê divê gelê herêmê bi yek ruhî li hember wê derkevin.

Bi armanca şermezarkirina dagirkirina Efrînê çalakiyên curbicur li herêmê hatin lidarxistin.

Li Kobanê Şêniyên li qadê, dagirkirina Efrîn şermezar kirin.

Pêkhateyên Minbicê jî bi meşekê dagirkirina Efrînê û sûcên ku heta niha li wir tên kirin û didomin şermezar kir.

”Em ê bi berxwedana 58 rojan Efrînê rizgar bikin”

Li kantona Cizîrê jî çalakî hebûn.

Li Hesekê û Til Temirê daxuyaniyên cuda hatin dayîn û wiha hate gotin:

“Ew ê heta rizgarkirina Efrînê ji pencên dewleta Tirk û çeteyên wê berxwedana me dewam be.”

Li Qamişlo û Tirbespiyê jî berxwedan 58 rojan a xelkê Efrînê hate silavkirin.

Amûdê jî ji bo şermezarkirina vê rojê li qadan bûn.

Piştî meş daxuyanî hate dayîn û hate diyarkirin ku dewleta Tirk wê bi van siyasetên xwe nikaribe vîna Kurdan lawaz bike.

Ev jî sekna gelê Dêrikê ya ji bo şermezarkirina dagirkirina Efrînê bû.

Li wir jî bang li aliyên peywendîdar hate kirin ku bi erkên xwe rabin û sûcên li Efrînê bi dawî bikin.

”Divê em bi yek ruhî li hember dagirkeriya Tirk derkevin”

Li navçeyên Til Hemîs, Çilaxa û Girkê Legê jî daxuyanî hatin dayîn.

Di daxuyaniyan de îşaret bi kuştina zarokê bi navê Ehmed Mamo hate kirin û hate gotin:

“Tevî ev sûc û bi hezaran sûcên wekî vê jî li Efrînê tê kirin, lê kes deng ji xwe dernaxe.

Divê em li bi yek dengî û yek ruhî li hember vê dagirkeriyê derkevin.”

“Em ê berxwedana serdemê mezin bikin û dagirkeriyê têk bibin”

Back to top button