Dadgeha Federal a Iraqê biryara hilbijartinek nû ji bo Başûrê Kurdistanê dabû

Beriya niha bi mehekê Dadgeha Federal ya Iraqê biyar da jimara parlamenterên Parlamentoya Başûrê Kurdistanê daxe 100’î.
Lewma biryar hate girtin ji nûve hilbijartin were lidarxitin.
PDK’ê têkildarî vê biryarê helwest nîşan da û got wê berşdarî hilbijartinê nabe.

Dadgeha Federal ya Iraqê di 21’ê Sibatê de li ser hinek mijarên têkildarî Herêma Başûrê Kurdistanê hin biryar dabûn.

Dadgeha Federal biryar da ku hilbijartinên Herêmê li ser 4 herêman de belav bike û hejmara parlamenterên Parlamentoyê daxist 100 kesan.

Lewma bi vê biryarê re awayî kotayên pêkhateyan hatin hilweşandin.

Her wiha biryar da ku dabînkirina mûçeyê karmendên Herêmê ji aliyê Banka Federal ve bê kirin.

PDK: Em tevlî hilbijartina parlementoya herêmê nabin

Mekteba Siyasî ya PDK’ê têkildarî biryara Dadgeha Federal a Iraqê daxuyaniyek nivîskî parve kir.

Di daxuyaniya Mekteba Siyasî ya PDK’ê de tê gotin:

“Em girêdayî biryarên Dadgeha Federal a Iraqê namînin û beşdarî hilbijartinek ku neyasayî û ne desturî ya bi saya sîstemek hatî ferzkirin wê birêve biçe nabin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye di hilbijartinên beriya niha yên Parlementoya Herêma Kurdistanê de PDK’ê 11 kursiyên kota yên pêkhateyan di berjewendiya xwe de bikartanî.

Ji ber wê yekê ev biryara Dadgeha Federal ya Iraqê bi kêfa PDK’ê neçû.

Li gorî van biryarên hatin girtin, dîroka hilbijartinê weke 30’ê Hezîranê hate diyarkirin.

Heta niha têkildarî hilbijartinan anketeke pêbawer nehatiye parvekirin.

Lê hin çavdêr bi guman li biryara PDK’ê dinêrin û difikirin ku PDK wê di hilbijartinan de encama ku dixwaze nekare bi dest bixe, lewma weke rêyeke xelasbûnê ‘boykot’ hilbijart.

Berî niha jî 15 partiyên Mesîhiyan û 10 partiyên Tirkmenan jî biryara boykotê dabûn.

Dadgeha Federal biryara jimara kursiyên herêmên hilbijartinê da

Back to top button