Tê payîn Erdoganê faşîst di vê mehê de serdana Iraqê bike

Tê payîn Erdogan di vê mehê de serdana Iraqê bike.
Xelkê Şengal û Başûrê Kurdistanê li dijî vê serdanê nerazîbûna xwe anîn ziman û gotin:”Erdogan dixwaze bi vê serdanê destkeftiyên Kurda ji holê rabike.
Anîna hêzek dagirker ji aliyê hizbek Kurd ve li ser xaka Kurdistanê, xiyanete.
Divê NY û Rêxistinên Mafê mirovan pêşî li pilanên Erdogan bigrin.
Divê em li dijî dagirkeran bibin yek.”

Tê payîn Erdoganê faşîst di 22’ê vê mehê de serdana Iraqê bike.

Tê texmînkirin ku armanc ji vê serdanê pêkanîna pilanên nû yên ji bo qirkirina Kurd, êrişeke berfireh li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê û dagirkirina Şengalê be.

Civaka Êzidî jî li dijî vê serdanê nerazîbûna xwe anîn ziman.

“Erdogan dixwaze bi vê serdanê destkeftiyên Kurda ji holê rabike”

Welatiyê bi navê Xidir Hemed diyar kir ku Erdogan dixwaze bi vê serdanê destkeftiyên Kurda ji holê rabike û got:

“Serdana Erdogan ne di berjewendiya gelê Iraqê û bi taybet jî xelkên Şengalê de ye.

Yek ji armancên serdana Erdogan rakirina tola DAIŞ’ê ye.

Dixwaze îradeya ku bi xwîna şehîdan ava bûye, Meclîsa Xweser jî ji holê rake.

Dixwazin destwerdana leşkerî li Şengalê bikin.

Ev yek nayê qebûlkirin.

Ne pilanên Erdogan ne jî pilanên Iraq’ê dikarin me têk bibin.”

Yusif Ciwan: Hemû siyasetên wan ji bo tunekirina me ye

Endamê Meclîsa Gel a Xanesorê Yusif Ciwan jî anî ziman ku hemû siyasetên û pilanên wan ji bo tunekirina civaka Êzidî ye û got:

“Divê NY û Rêxistinên Mafê mirovan pêşî li pilanên Erdogan bigrin.”

Yusif Ciwan: Anîna dewleta Tirk ser xaka Başûrê Kurdistanê xiyaneta herî mezin e

Her wiha encûmenê gundê Enab yê li sînorê Helebceyê Mihemed Reşîd jî derbarê heman mijarê de nerazîbûna xwe anî ziman û got:

“Hikumeta Başûrê Kurdistanê li beramberî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka başûrê Kurdistanê gelek xemsare.

Divê hikumeta Iraq û ya Başûr peywendiyên navbera xwe de çareser bikin.

Çawa gelên din ên herêmê xwedî mafin, divê Kurd jî bi heman şêweyî mafên xwe hebin.”

Pêşmergeyê Dêrîn ê YNK’ê Ehmed Qedefer jî diyar kir ku divê gelê Kurd yekgirtî bin û wiha domand:

“Divê em dost û dijminê xwe ji hev nas bikin.

Anîna hêzek dagirker ji aliyê hizbek Kurd ve li ser xaka Kurdistanê, xiyanete.

Li şûna ku em hemû gelê Kurd bibin yek mixabin di nava xwe de hîn zêdetir em parçe dibin.

Divê em li dijî dagirkeran bibin yek.”

Back to top button