Îran dîsa berê xwe da welatên Kendavê û dest bi êrişan kir.
Artêşa Amerîka ragihand ku îran bi mûşekan êrişî Behrêyn, Kuweyt û hin xalên din kiriye.
Êriş ji aliyê sîstemên hewayî ve hatin pêçkirin.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê CENTCOM’ê ragihand ku 2 mûşekên Îranê yên ku ber bi Kuweytê ve hatine avêtin, li hewayê ketin.
Her wekî 3 mûşekên ku ber bi Behrêynê ve diçûn jî hatine bêbandorkirin.
Netanyaho: Îsraîl nahêle îran çekên nukleerî bi dest bixe
Li aliyekî din, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku Îsraîl nahêle Îran çekên nukleerî bi dest bixe.
Netanyahu anî ziman, em ê nehêlin ku ew hebûna me tehdît bikin.
Di dawiya axaftina xwe de Netanyahu got: “Ev perspektîv û talîmatên min in û ev erkê we ye.”
Marco Rubio: Mercê yekem di danûstandinên îranê de vekirina tengava Hurmuzê ye
Wezîrê Derve yê Emerîkayê Marco Rubio jî, li ber Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoyê li ser şerê Îranê axivî.
Marco Rubio destnîşan kir ku, Mercê yekem di danûstandinên Îranê de vekirina Tengava Hurmuzê ye.
Rubio anî ziman ku, “Ger Îran bixwaze petrola xwe ji nû ve veguhêze, divê ew Tengava Hurmuzê ji nû ve veke.
Ger red bike, vebijarkên me yên din hene.”
Robîo diyar kir ku, Eger Îran îsrar bike ku Tengava Hurmuzê girtî bimîne, dê DYA dorpêça deryayî li ser benderên wê bidomîne.



