Koma çekdar ya bi navê ‘Ketayîbî Seyîd Şuheda’ (كتائب سيد الشهداء)ku beşeke ji Heşda Şeebî, ragihand ku ewê çekên xwe radestî hikûmeta Iraqê nekin.
Berdevkê fermî yê Ketayîbî Seyîd Şuheda, Kazim Fertusî têkildarî hewldanên hikûmeta Iraqê ya ji bo kontrolkirina çekên di destên komên çekdar de axivî.
Kazim Fertusî diyarkir ku ew wek Ketayîbî Seyîd Şuheda ne amadene çekan radestî hikûmetê bikin, parastinê wek erk û emanetek ji xwere dibînin.
Kazim Fertusî got: “Ger hikûmet dixwaze çekên me kontrol bike.
Pêwîste despêkê wek alternatîf çekên bihêz yên wek kirîna sîstema parastina asîmanî (S-400) yan jî radarên pêşketî peyda bike.”



