Hiqûqnas Cebraîl Mistefa: Li Efrînê qirkirineke çandî ya sîstematîk tê kirin

Hiqûqnas û çalakvanê siyasî Cebraîl Mistefa destnîşan kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrîna dagirkirî binpêkirinên pîvan û qanûnên navneteweyî ne û dewleta Tirk êdî bûye dewleteke xwe di ser qanûnên navneteweyî re dibîne.

Ji dema dagirkirina bajarê Efrînê ve, artêşa dagirker a Tirk û komên wê li dijî gelê Efrînê sûcên mîna kuştin, revandin, guhertina demografîk, talankirina şûnwaran û gelek sûcên din pêk tînin.

Hiqûqnas û çalakvanê siyasî Cebraîl Mistefa li ser sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrînê yên resen dikin, axivî.

Cebraîl Mistefa destnîşan kir ku li bajarê Efrînê ji aliyê artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê ve qirkirineke çandî ya sîstematîk tê kirin û wiha domand:

“Sûcên ku li Efrînê tên kirin li gorî raporên rêxistinên navneteweyî sûcên dermirovî ne.

Sûcê her giran jî guhertina demografîk e.

Dewleta Tirk bi avakirina zêdetirî 25 avahiyên mêtingehiyê, guhertina demografîk pêk tîne.

Her wiha li şûna gelê resen malbatên çeteyan bi cih dikin.”

 Cebraîl Mistefa: Ji ber sûcên ku tên kirin rêjeya kurdan li Efrînê bûye ji sedî 20

Mistefa diyar kir ku rêjeya malbatên li avahiyên mêtingehiyê yên ji her devereke Sûriyê anîne û li Efrînê hatine bicihkirin bûye 9 hezar malbat û got:

“Hejmara Kurdan li Efrînê beriya dagirkirinê bi rêjeya ji sedî 95 ji niştecihên wê bû.

Lê niha ev rêje ji ber tundî û sûcên ku li dijî şêniyên resen tên kirin, bûye ji sedî 20.”

 Cebraîl Mistefa: Êdî dewleta Tirk bûye xwe di ser qanûnên navneteweyî re dibîne

Hiqûqnas û çalakvanê siyasî Cebraîl Mistefa anî ziman ku li hember hemû sûcan dewleta Tirk a dagirker NY’yê heya niha tu biryarên zelal nedane û wiha pê de çû:

“Sûcên guhartina demografîk ên ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê, ji dizîna şûnwar û guhartina dîroka herêmê, pêk tîne li dijî peymana Lahay a 1907ˊan a madeya 56’an e.”

Êdî dewleta Tirk bûye dewleteke xwe di ser qanûnên navneteweyî re dibîne.”

Back to top button