Zîlan Vejîn: Armanca me ya herî mezin a vê salê azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK’ê Zîlan Vejîn Newroz li gelên Kurdistanê pîroz kir û diyar kir ku armanca wan a bingehîn a vê salê misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.Ji bo vê jî banga mezinkirina têkoşînê kir.

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK’ê Zîlan Vejîn Newroz bi peyamekê Newroz pîroz kir.

Peyama Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn bi vî rengî ye:

“Cejna Newroz cejneke dîrokî ye, cejneke hem dîrokî hem ferhengî ye.

Ji bo her civakeke ku dikeve sala nû dibe destpêka salê, têkoşîneke nû, gavek nû û bi îrade ,bawerî ye.

Armanca me ji bo 2024’an pêwîst e ku em biçine serkeftinê.

Erk hîn girantir dibe, ji ber ku em nêzî armanca xwe dibin, têkoşîn dijwartir dibe, hêz îrade hîn meztir dibe.

Êrîşên dagirkeriyê dişkînin bi vî ruhî ve di her qada têkoşînê de di her qada jiyanê de, di her qada xebatê de bi vê ruhê ve ser erkê xwe çûyinê. ew ruh teqez wê me bibe serkeftinê.

Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.

Bi vê berpirsiyariyê pirsgirêka Kurd jî ji bo çareseriyê dikeve rojevê de.

Ya girîng ev e ku em erken xwe yên vê demê, bi hestiyarî, bi berpirsiyartî ve nêz bibin.

Payama Newrozê di heman wextê de yekîtî ye, hevgirtin e. ”

Zîlan vejîn: Adar meheke têkoşîn, nûbûn û gavavêtinê ye

Zîlan Vejîn diyar kir ku meha Adarê meha têkoşînê ye û got:

“Meha Adarê de têkoşîna kurdan li hemberî zordari, deshilatdarî yê de her dem gihîştiyê asteke nû.

Adar meheke têkoşînê ye, meheke nûbûnê ye, meheke gav avêtina di pêş de ye.”

Zîlan vejîn: Armanca bingehîn a vê salê misogerkirina azadiya fîzîkî ya rêbertî ye

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK’ê Zîlan Vejîn herî dawî diyar kir ku armanca bîngehîn a vê salê misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye û got:

“Armanca me ya herî mezin di vê salê de ev e ku em azadiya fîzîkî ya Rêbertî mîsoger bikin.

Vê kampanyaya ku dest pê kiriye bigihijînin armanca vê.

Em dikevin merheleyên gelek dîrokî.

Wek gelên Kurd, wek jinên Kurd em pêşengtiya pêvajoyeke gelek dîrokî dikin.

Berpirsiyartiyên me gelek giran pêwîste em kampanya ji Rêber Apo re azdiyê biserbixinin.”

KJK: Newroza îsal wê bibe wesîleya azadiya Rêberê me

Back to top button