Selam Elî: Dagirkeran ji tirsa firkrê Rêber Apo re komplo pêk anîn

Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê Selam Elî tecrîda li ser Rêber Apo axivî.Selam Elî diyar kir ku niha ramana Rêber Apo bûye rêyek siyasî û rewşenbîrî ya çareseriya pirsgirêkên gelan, ji ber vê yekê hemû azadîxwazên cîhanê daxwaza azadiya wî dikin.

Rêber Apo beriya 25 salan di encama Komployek Navneteweyî ku gelek hêzên hegemon ên cîhanê jî destê wan di nav de bûn, hate girtin û ev 3 sal in di bin tecrîdeke giran de ye û bi ti awayî agahî jê nayê girtin.

Rojnamevan û Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-KNK Selam Elî di derbarê mijarê de axivî.

Selam Elî diyar kir ku komploya ku beriya 25 salan li dijî Rêber Apo hatî pêkanîn, ne tenê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate pêkanîn, hemû welatên NATO’yê beşdarî vê komployê bûn û got:

“Sedema vê komployê tirsa ji fikra Rêber Apo bû.

Ji ber ku ramana wî ji bilî Kurdistanê li Emerîkaya Latîn, Asyaya Rojhilat, Ewropa û gelek welatên din belav bû û ji bo partiyên muxalefetê yên ku li cîhanê li dijî dagirkeriyê derketin, bû projeyek siyasî û rewşenbîrî.

Ji ber vê yekê dagirkeran ev yek weke metirsî ji bo xwe dîtin û komplo pêk anîn.”

Selam Elî: Fikrên Rêber Apo bûne rêya çareseriya pirsgirêkên gelan

Elî di dewama axaftina xwe de qala giringiya fikrên Rêber Ocalan kir û got:

“Divê em peyam û nivîsên ku Rêber Apo ji girtîgehê şandine cidî bigirin.

Van peyaman tirsek di nava dagirkeran de çêkiriye, ji ber ku bûne ramanek ji bo çareseriya pirsgirêkên gelan.

Îro jî ev fikir li Rojavayê Kurdistanê ji bo hemû gelan tê meşandin, heta ji aliyê hemû azadîxwazên cîhanê ve weke projeya çareseriyê tê dîtin.”

Selam Elî: Divê ji bo azadiya rêber apo em xwepêşandan lidarbixin”

Rojnamevan û Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Selam Elî herî dawî destnîşan kir ku mixabin tevî derbazbûna 25 salan hemû cîhan çav û guhê xwe ji vî sûcî re girtiye û got:

“Divê ji bo azadiya Rêber Apo em dengê hemû azadîxwazên cîhanê û gelê Kurd bikin yek û ji bo azadiya Rêber Apo xwepêşandan bikin.”

Davîd Mînoves: Abdullah Ocalan rêberekî gerdûnî ye

Back to top button