Davîd Mînoves: Abdullah Ocalan rêberekî gerdûnî ye

Serokê Rêxistina sivîl a Katalonyayê CIEMEN’ê Davîd Mînoves têkildarî tecrîda li ser Rêber Apo axivî û got:
“Rêber Abdullah Ocalan Rêberekî gerdûnî ye.Azadiya Rêber Apo ji bo aştiyeke demokratîk û mayînde ya li herêmê pêk were girîng e.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojava hûn dikarin bibînin ku tecrûbeya konfederalîzma demokratîk bi rengekî bêqisûr dixebite.”

Ev 36 meh in Rêber Apo di bin tecrîdeke giran de ye û bi ti awayî agahî jê nayê girtin.

Li seranserî cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bang tê kirin, ji ber ku ne tenê Kurd gelek civakên din jî azadiya xwe di şexsê Rêber Apo de dibînin.

Têkildarî tecrîda li ser Rêber Apo, Serokê rêxistina sivîl a Katalonyayê CIEMEN’ê Davîd Mînoves axivî.

Davîd Mînoves destnîşan kir ku azadiya Rêber Apo ji bo aştiyeke demokratîk û mayînde ya li herêmê pêk were girîng e û got:

“Abdullah Ocalan ne tenê Rêberê gelê Kurd e di heman demê de di qada navneteweyî jî mîna Rêberek gerdûnî tê dîtin.

Dewleta Tirk û hêzên rojavayî ev 25 sal in mafên Abdullah Ocalan binpê dikin.

Astengkirina hevdîtina Ocalan ya li gel malbatê û parêzerên wî û berdewamkirina tecrîda mutlaq, binpêkirina hiqûqê ye û her wiha mafê mirovan ya gerdûnî tine hesibandine.”

Davîd Mînoves: Ramanên Ocalan dikare civakên cuda bîne cem hev

Mînoves diyar kir ku ramanên Rêber Apo dikare çand û civakên cuda di bin sîwana demokrasiyê de bîne cem hev û got:

“Konfederalîzma demokratîk ew sîstem e ku derfetê dide mirovahiyê ku li cewhera xwe vegere û bi rengekî wekhev bijî.

Mînak li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojava Kurdan ev bi dest xistine.

Li van herêman hûn dikarin bibînin ku tecrûbeya konfederalîzma demokratîk bi rengekî bêqisûr dixebite.

Ramanên Ocalan ên ji bo jiyana bi hev re ya aştiyane û wekhev û azad, ya herî rasteqîn û pêkan e.”

Back to top button