KCÊ-E: Dewleta Tirk dixwaze Jenosîda Şengalê temam bike

KCÊ-E’yê derbarê êrişên dewleta Tirk li ser Şengalê daxuyanî da û got:
“Dîrok îro ji mirovahiyê dixwaze ku deynên xwe yên ku xwişk û birayên Êzdî bidin.
Şengal wê qet û qet serî berjêr neke.
Lê divê ku di vê berxwedana xwe ya rûmetdar de tenê neyê hiştin.”

Herî talî jî 8’ê Adarê dagirkeriyê êrîşê Xane sorê kir û di encamê de şervanekî YBŞ’ê Mecdel Hesen Xelef şehîd bû.

Têkildarî êrîşên dagirkeriyê li ser Şengalê koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊ-E) daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de KCÊ-E anî ziman ku xelkên Şengalê piştî fermanê xwe ji nû ve ji hemû aliyan ve ava kir .

KCÊ-E’ê dazanîn ku dewleta tirk dixwaze bi destê PDK û di navbêdengiya Iraqê de jenosîda Şengalê bibe serî û armanca êrişan wiha rêz kir:

  • Jenosîda bi destê DAÎŞ’ê 3 Tebaxa 2014’an de da destpêkirin û nîvco ma temam bike.
  • Şengala bi hîmên Neteweya Demokratîk/Xweseriya Demokratîk tê avakirin, rawestîne.
  • Destketiyên civaka Êzdî yên siyasî, civakî û aborî têk ve bibe.
  • Bi van êrîşan Şengala ku roj bi roj, ji Rojhilata Navîn re dibe mînak, vê hêviyê bişkîne.
  • Hêz û hişmendiya radestîkar û xayîn a PDK’ê li pêşberî hemû bêrûmetiya wê jî, wê dîsa li Êzdîxan serwer bike.

KCÊ-E: PDK û hikûmeta Iraqê sûcên Tirkiyê rewa dike

KCÊ-E di daxuyaniyê de êrîşa 8’ê Adarê ya li dijî gundê Rêzka ya Şengalê pêk hat şermezar kir û ev nirxandin kir:

“Jinên Şengalê bi rengekî dewlemend û berxwedêr 8’ê Adarê pêşwazi kirin, tam di vê rojê de ev êriş pêk hat.

Armanca vê êrîşe li ser hêzên parastina Şengalê, ew e ku jinên Şengalê, ji vê doze wana rewa dûr bixin.”

KCÊ-EDivê hêzên Kurdî li dijî êrişên li ser Şengalê xwedî helwestbin

KCÊ-E di dawiyê de bang li Koalîsyona navneteweyî kir ku van êrîşan weke êrîşên DAIŞ’ê bibînin û bi peymanên navneteweyî xwedî li parastina Êzdîxan bibin û got:

“Divê gelê her aliyê Kurdistanê van êrîşan weke êrîşên li dijî xwe bibînin helwesteke yekîtî û neteweyî bidin nîşandan.”

Back to top button