Şervanê YBŞ’ê Mecdel bi merasîmeke girseyî hat oxirkirin

Îro Şervanê YBŞ’ê Mecdel Hesen Xelef bi merasîmekê hate oxirkirin.
Di merasîmê de peyama domandina riya şehîdan hate dayîn.

Şervanê YBŞ’ê Mecdel Hesen Xelef îro bi merasîmeke girseyî hate oxirkirin.

Cenazeyê Şehîd Mecdel destpêkê ji Mûsilê derbasî nexweşxaneya Şehîdên Xanesorê hate kirin.

Girseya gel cenazeyê şehîd li wir girtin û bi karwaneke girseyî ber bi mala şehîd ya li geliyê Rimê ya ser bi Sinûnê ve birin.

Piştî wecîbeyên olî, cenazeyê şehîd bi merasîmeke leşkerî li goristana Şebil Qasim hate oxirkirin.

Hevalên şehîd Mecdel yên têkoşînê, şervanên YBŞ-YJŞ’ê, ji hemû devera Şengalê gel, sazî û rêveberiyên Rêveberiya Xweser a Şengalê amadebûn.

Li ser navê fermandariya YBŞ’ê Qendîl Miho axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Qendîl Miho qala têkoşeriya şehîd kir û got:

“Hevalê Mecdel bi têkoşîna xwe ya di nava YBŞ’ê de dihate nasîn.

Ji bo parastina vî gelî têkoşîneke mezin meşand.

Emê tu carî dest ji xeta hevalê Mecdel bernedin. Tolhildana hevalê Mecdel erka me ye.”

Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo jî di merasîmê de axivî û sersaxî ji malbata şehîdan re xwest.

Di merasîmê de êrişan li dijî Şengalê û hevkariya bi dijminan re hate şermezar kirin û beşdaran peyama domandina riya şehîdan dan.

Piştî axaftinan girseya gel û hevrê şehîd Mecdel, wî bi dirûşmeyên şehîd namirin, spartin axê.

YBŞ: Di êrişa dewleta Tirk de şervanek me Şehîd bû

Back to top button