159 malbatên Iraqî vegeriyan Iraqê

Hikumeta Iraqê xebatên vegerandina penaperên xwe yên li herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin.
159 malbatên iraqî ji Kampa Holê derketin û vegeriyan warê xwe.

Di çarçoveya koordîneya navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, komîteya ewlehiyê û komîteya koçberiyê û koçberan a Iraqê de,

Îro beşa yekemîn a koçberên Iraqê ku ji 622 kesan pêk tê, ji Kampa Holê derketin û vegeriyan Iraqê.

Koçber di danê nîvro de, tevî parastineke taybet ji aliyê Hêzên Asayîşê ve, ji kampê ber bi Iraqê ve birêketin.

Rêveberiya Xweser jî bang li welatên cîhanê dike ku hemwelatiyên xwe yên DAIŞ’î verînin li ser xaka xwe.

Back to top button