NY: Sûcên li dijî Êzidiyan jinosaid e

NY piştî 6 salan, fermana 73 a derheqê Êzidiyan de weke jînosayd nas kir.
Tîma Lêpirsînê ya Têkildarî Sûcên DAIŞ li Îraqê ya NY eşkere kir ku wan belgeyên nû û zelal dîtine, her wiha nasnameyên hezar û 444 tawanbarên ku tiliya wan di komkujiya 2014’an de ya derheqê Êzidiyan de destnîşan kirine.

Êzidiyan her digot, “DAIŞê em qir kirin”, va ye piştî 6 salan, civaka navdewletî bi ser hişê xwe ve tê û komkujiya li dijî Êzidiyan weke jinosaid bi nav dike.

NY diyar kir ku wan “belgene zelal û piştrastkirî têkildarî sûcên der heqê Êzidiyan de hatine kirin, dîtine”.

NY da zanîn ku êdî dirûvên komkujî û qirikirineke nijadî bi rêya van belgeyan tên nîşandan.

Serokê Tîma Lêpirsînê ya Têkildarî Sûcên DAIŞ li Îraqê Kerîm Xan li pêşberî Konseya Ewlekariyê got:

Tîma lêpirsînê belgene pir zelal vedîtine û nasnameyên hezar û 444 tawanbarên ku teqez tiliya wan di vê komkujiya nijadî ya der heqê civaka Êzidî de heye, destnîşan kirine.

DAIŞê Tebaxa 2014 girt ser Şengalê û bi êrîşeke hovane û berfireh, civaka Êzidî da ber xwe, bi qeflan ew qelandin û gelek ji wan bi çolan xistin.

Hingê zêdeyî 5 hezar kes hatin kuştin û serjêkirin.

6 hezar û 417 jî piraniya wan zarok û jin bûn, hatin revandin.

Jixwe keç û jinên Êzidî ku ew kirin kole û neçarî zewacê kirin, nayên jimartin.

Xan bi bîr xist ku niyeta DAIŞê ya wêrankirina Êzidiyan di warê fîzîkî û derûnî de pir belî bû û her gef li wan dixwarin; ku yan hûn ê bibin Misilman an jî hûn ên mirinê ne.

Ji bo hinekî bandora vî şerê fîzîkî û derûnî sivik bikin, Parlamena Îraqî Adara îsal qanûna bi navê “Jinên Êzidî yên Rizgarkirî” erê kir.

Li gorî qanûnê, dê jinên ji DAIŞê rizgarkirî, di serî de yên Êzidî piştgiriyê bibînin.

Her wiha war û piştevaniya darayî û derûnî ji wan re werin pêşkêşkirin û 2 ji sedî cihê xwe di nava karê dewletê de bigirin.

Jixwe ne diyar e bê heta çi radeyê ev qanûn wê mafên wan biparêze an na, nemaze gelek alî hikumeta Îraqî tawanbar dikin ku ew ji bo naskirina çarenûna Êzidiyên wendayî naxebite.

Li dirêjahiya dîrokê, xelkên Êzidî ji ber bîr û baweriyên xwe yên olî rastî zordariyê hatine.

Ên hatine kuştin, ên bi darê zorê ji bo oline din hatine neçarkirin û ên hatine kolekirin.

Lê fermana herî kambax di 2014 de qewimî.

2016, ev sosret ji aliyê Komîteyeke Lêpirsînê ya Serbixwe ya NY ve, weke jînosed hat binavkirin.

DAIŞ a şaxên xwe di heman demê de berdabû Sûriyê jî, di Adara 2019an de dawiya wê li ser destê şerêvanên QSD hat nivîsandin.

Weke encam, şervanan karî bi hezaran Êzidiyên li ba DAIŞê girtî, rizgar bikin.

Heta niha Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî zêdeyî 394 jin û zarokî radestî Meclisa Şengalê kirine.

Back to top button