Xwepêşandanên li Siwêdayê di meha 7’an de dewam dikin

Xwepêşandanên li Siwêdayê bi biryardarî didomin.
Çalakvanê siyasî yê Siwêdayê, parêzer Adil El-Hadî diyar kir ku hewldanên pêşxistin û rêxistinkirina xwepêşandanên li Siwêda hene, lê belê ji bo vê yekê gelek zehmetî hene.
Li Dêrazorê di encama teqîna mayînekê de, 6 kes hatin kuştin.

7 Mehin li parêzgeha Siwêdaya banga guhetina siyasî li welêt bilind dibe.

Hefteya borî li Siwêdayê xwepêşandan gurtir bûn.

Li hember wê jî hêzên ewlekariyê yên hikumeta Şamê xwepêşandêr gulebaran kir.

Di encamê de xwepêşandêrekî jiyana xwe ji dest da.

Çavdêran diyar kirin ku vê yekê rewş gurtir kir.

Îro jî weke her roj xwepêşandêr derketin qada El-Kerama û banga guhertina Siyasî kirin.

Çalakvanekî Siwêdayê: Ji bo pêşxistina xwepêşandanan zehmetî hene

Çalakvanê siyasî yê Siwêdayê, parêzer Adil El Hadî derbarê xwepêşandanan axivîn û wiha got:

“Ji destpêka xwepêşandanên Siwêdayê ve hikumeta Şamê bi hemû rêbazan hewl dide wan têk bibe.

“Êdî gelê Sûriyeyê piştî zêdeyî 12 salan, hikumeta şamê û armancên wê baş nas dike.”

El Hadî diyar kir ku bikaranîna tundiyê di xwepêşandanan de pêşbînkirîbû û ev tişt anî ziman:

Biryara qada Keramê ew e ku kiryarên desthilata Şamê çi bin jî bi awayekî aştiyane xwepêşandanan bidomînin, birêxistinbikin û berfirehbikin.

El Hadî Derbarê gavên dema pêş de jî ev agahî dan:

“Ji bo pêşxistin û rêxistinkirina xwepêşandanên aştiyane xebat bi awayekî rojane tên kirin.

Lê belê derfet kêm in.

Tevî ku di encama xwepêşandanan de, gelek deste û komeleyên cûrbecûr hatin avakirin lê dîsa jî zehmetî hene.

Li Dêrazorê di teqîna mayînekê de 6 kes hatin kuştin

Her weha li aliyê Çolistana parêzgeha Dêrazorê mayînek bi komeke kes ku dombelan kom dikirin, teqiya.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di encamê de, 6 kes hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Li Dêra Zorê çeteyên DAIŞ’ê êrişî komkerên dombelan kirin

Back to top button