Lena Charlotta Lagnnander: Tirkiye li gorî hiqûqên navneteweyî tevnagere

Ji bo şopandina rewşa girtiyan li tirkiyê taybet mijara tecrîda li dijî rêber Apo 12 parêze ji Swêd, Başûrê Afrîkayê, Ispanya, Îtalya û Norveçê di navbera 28-29’ê Sibatê de li Amede serdan pêk anîn. Endama ‘Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê’ parêzer Lena Charlotta Lagnnander diyar kir ku li welatê xwe wê di qada civaka sivîl û siyasî de der barê tecrîdê de xebatan bimeşîne û bang li mekanîzmayên navneteweyî kir ku zextan li Tirkiyê bikin.

Li Îmraliyê tecrîdeke ku mînaka wê di cîhanê de nîne tê meşandin.

Vê tecrîdê di kesayeta Rêber Apo de bandor li tevahî qadên jiyanê kiriye û li pêşiya demokrasiya cîhanê bûye mîna kelemekê.

Hewldanên rakirina tecrîdê ji qadên netewî û navneteweyî jî bê navberin.

“Delegasyona Navneteweyî ya li dijî tecrîd û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd” ku 12 parêzerên ji Swêd, Başûrê Afrîkayê, Ispanya, Îtalya û Norveçê tê de cih girtin li dijî tecrîdê di navbera 28-29’ê Sibatê de li Amede serdan pêk anîn.

Endama ‘Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê’ û Baroya Stockholmê parêzer Lena Charlotta Lagnnander der barê serdanê de û xebatên wê li welatê xwe bimeşînin de axivî.

Lena Charlotta Lagnnander da zanîn ku ew parêzereke bi mafê mirovan bawer dike ye û wiha got:

Em dizanin ku Ocalan û girtiyên din ên Îmraliyê û girtiyên polîtîk ji van mafan bêpar dimînin. Ev nayê qebûlkirin. Ez greva birçîbûnê ya girtiyan fêm dikim. Ez bi wan re empatiyê dikim. Ji ber her titşê ji destê wan hatiye ceribandin û herî dawî hatine nokteyek wisa. Ji ber vê em bi hev re hatin vir û me agahî girtin û şopandin kirin.

Lena destnîşan kir ku ji bo Tirkiye dawî li polîtîkayên xwe bîne divê zext bên kirin û wiha domand:

Tirkiye li gorî hiqûqên navneteweyî tevnagere. Divê mekanîzmayên navneteweyî zextan li Tirkiyê bike. Divê ji Erdogan re bê gotin ku tiştên tên kirin nayên qebûlkirin. Dema em vegerin welatê xwe em ê di qada polîtîk û civaka sivîl de xebatan bimeşînin û rêxistibûnek xurt ava bikin.

“Heta Ocalan fîzîkî azad nebe wê ji bo aştiyê jî gav neyê avêtin”

Lena Charlotta Lagnnander di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku çareserî bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan pêkan e û wiha anî ziman:

Heta azadiya wî ya fîzîkî pêk neyê wê ji bo aştiyê jî gav neyê avêtin. Divê wek gava ewil hevdîtina bi parêzeran bê kirin û tecrîd ji holê bê rakirin.

Parêzera Swêdî: Hevdîtina bi malbat û parêzeran re mafekî bingehîn e

Back to top button