YBŞ: Di êrişa dewleta Tirk de şervanek me Şehîd bû

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê-YBŞ’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku duh di êrişa dewleta Tirk ya dagirker a li gundê Reska de, şervanê wan ê bi navê Mecdel Hesen Xelef Xelîl şehîd bûye.

Duh danê êvarî dewleta Tirk a dagirker li gundê Reska ya ser bi Tilizêr ya Şengalê, êrişek hewayî pêkanî.

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê-YBŞ derbarê êrişê de daxuyaniyek da.

YBŞ’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku di êrişê de şervanek wan şehîd bûye û got:

“Ev êrîşa faşîst a li hemberî civaka Ezîdî ne cara yekemîne, ev êriş berdewama qirkirina civaka Ezîdi ye.

Tirkiyê bi dek û dolaban û bi hemû cureyên êrîşan hewl dide destkeftiyên me têk bibe.

Her wiha zextên wan ên li ser hikumeta Iraqê û hêzên heremê jî pir zêde bûye.

Daxuyaniya waliyê Nînowa a li ser peymana 9’ê Cotmehê ji vê yekê qut nîne.”

YBŞ: Dijmin di 8’ê Adarê de xwest roja me vegerîne roja şînê

YBŞ’ê diyar kir ku ji bo hêzên PDK di qadê de serwer bibe, hikûmeta AKP-MHP dest avêtin encamên hilbijartina herêma nînowa û wiha pê de çû:

“Hîn jî di nav hewldana de ne ku siyaseta qirkirinê temam bikin.

Dijminê me hewl dide gelê me yê ku vedigere Şengalê çavtirsandî bike.

Taybet di rojek wisa pîroz, di 8’ê Adarê de ev êrîş pêk anî.

Xwest bi êrîşa xwe ya hovane bi xwînê, roja me vegerîne roja şînê.”

YBŞ’ê anî ziman ku navê şervanê wan ê şehîd bûye Mecdel Feqîr bû û got:

“Rêhevalê me Mecdel sala 2016’an berê xwe da nav refên YBŞ’ê û tevlî têkoşîna azadiyê bû.

Heval Mecdel di nav jiyanê de tu carî li beramberî zehmetiyan gav paşde nedavêt û herî dawî bi erka Fermandariya Tabûrê ji bo aramî û ewlehiya Şengalê di nav têkoşînê de bû.”

YBŞ: Bila dijmin bizanibe bi van êrîşan nikare gav bi me paşde bide avêtin

YBŞ’ê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got:

“Bila dijminê qirker bizanibe bi van êrîşên tirsonek nikare gav bi me paşde bide avêtin.

Em ê têkoşîna xwe a mafdar berdewam bikin û ji yên ku hevkariya dijmin dikin hesap bixwazin.

Em sersaxî ji malbata hevalê xwe yê şehîd re dixwazin.”

YBŞ’ê ragihand şervanê wan Mecdel Hesen Xelef Xelîl bi nasnav Mecdel Feqîr ku di sala 2016’an de tevlî YBŞ’ê bûye di gundê Sikeniyê Şehîd bûye

Li gor daxuyanê nasnameya şehîd wiya he:

Nasnav: Mecdel Feqîr
Nav û Paşnav: Mecdel Hesen Xelef Xelîl
Dîrok û Cihê Dayîkbûnê: 1992 / Xirbatê Qewala- Tilezêr
Dîrok û cihê tevlîbûyînê: 2016/ Tilezêr
Cih û dîroka şehadetê: 09-03-2024-Gundê Sikeniyê/Reska

Back to top button