KCK Komkujiya li Şeladizê bi tundî şermezar kir

Dewleta Tirk a dagirker doh li Şêladizê komkujî yeke din pêkanî û 2 welatî şehîd bûn.
Li hember van êrişan PDK û rayedarên Iraqê bêdengin.
KCK’ê bi daxuyaniyeke êriş şermezar kir û got: “Ev komkujiya ku îro li Şêladizê qewimî, encama civîna Antalyayê ye ku tê de desthilatdarên PDK’ê mêvanên Erdogan û Hakan Fîdan bûn û soza xiyanetê dan wan.”

Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker doh gundê Dêwikî yê navçeya Şêladizê ya Dihokê 4 welatiyên gihayên biharê kom dikirin kir armanc.

Di encama bombebaranê de welatiyên bi navên Seyid Mibarek Dêwikî û Azar Ferec Zêbarî şehîd 2 welatî şehîd bûn 2 jî birîndar bûn.

Doh her du welatî bi merasîmekî li gundên xwe hatin oxirkirin.

Rayedarên Başûr derbarê êrişa dagirkeriya Tirkiyê de heta niha ti daxuyanî nedane.

Komîteya Têkilîyên Derve ya KCK’ê der barê êrîşên dewleta Tirk daxuyaniyek nivîskî da û got:

“Bêguman ev komkujiya ku îro li Şêladizê qewimî, encama civîna Antalyayê ye ku tê de desthilatdarên PDK’ê mêvanên Erdogan û Hakan Fîdan bûn û soza xiyanetê dan wan.

Eger rizamendî û erêkirin û sîxuriya PDK’ê û malbata Barzaniyan nebe, Tirkiye tu carî nikare wiha xelkê bêtawan şehîd bike.”

KCK: Armanca dagirkeriya Tirkiyê qirkirina Kurdan e

Her wiha Komîteya Têkilîyên Derve ya KCK’ê bibîrxist ku di nav mehekê de li devera Behdînanê çar hemwelatî ji hêla Tirkiyeyê ve hatine şehîdkirin:

“Mehek berî niha du hemwelatiyên ji Akrê yên bi navên Arif Teha û Beşîr Umer Elî ji hêla artêşa dewleta Tirk a dagirker ve hatibûn şehîdkirin.

Di heman demê de di nav vê mehê de çend hemwelatiyên din jî ji herêma Soran û Silêmaniyê bûne qurbaniyên êrîş û terora dewleta Tirk a faşîst.

Ev êrîş, teror û dagirkeriya dewleta Tirk encama wê siyaset û zihniyeta qirkirin û komkujiyê ye ku zêdetirî sed salî ye li ser gelê Kurd dimeşîne.

Dagirkeriya Tirkiyê dixwaze hebûn û nasnameya Kurdan ji ser nexşeya cîhanê paqij bike. ”

Tevgera Azadî: Stratejiya dagirkeriya Tirkiyê qirkirina gelê Kurd e

Li aliyê din Desteya Rêveber ya Tevgera Azadî derbarê şehîdkirina du welatiyên li devera Şêladizê ji aliyê dewleta Tirk ya faşîst ve bertekek tund nîşan da û got;

“Ev ne cara yekê û ne jî wê cara dawiyê be ku dewleta Tirk ya dagirker êrişê ser gelê sivîl yê Kurdistanê dike.

Ya ku ji dewleta Tirk a faşîst re girîng kuştina Kurdan e.

Stratejiya dewleta Tirk dagirkirina Kurdistanê û qirkirina gelê Kurde.”

Tevgera Azadî: Dewleta Tirk dikuje PDK rewa dike

Tevgera Azadî helwesta Hikûmeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê de jî li hember êrişan rexnekir û got:

“Bêdengiya dewleta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li beramberî êrişên dewleta Tirk a faşîst nişana nebûna serweriyê ye.

Lê ya ku cihê xemgînî û mixabiniyê ye ewe ku hinek Kurdên xwefiroş, ji ber hinek berjewendiyên teng û taybet de, ji dewleta Tirk re kuştina sivîlan, dagirkeriyê rewadikin.

Divê êdî dev ji vê helwesta xwe berdin.”

Back to top button