Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li Minbicê 2 bazirganên narkotîkê girtin.
Hêzên Asayîşê di daxuyaniya xwe de wiha gotin:
“Roja Şemiyê 2 Adarê, hêzên dijî madeyên hişbir 2 kesên ku narkotîkê li bajarê Minbicê belav dikirin, girtin.
Di encama xebat û kedên berdewam ên Rêveberiya Têkoşîna li dijî narkotîkê ya ji bo jinavbirina vê nexweşiyê de, agahî hatin bidestxistin ku 2 kes narkotîkê belav dikin.
Yekser tîmên çavdêrî û lêkolînê rastiya wan agahiyan piştrast kirin û liv û tevgerên wan şopandin û piştî komkirina delîlên pêwîst, mudaxeleyî wan kirin û ew girtin.
Li gel wan 235 gram krîstal, 5.5 gram qumbuzên ji tovên heşîşê, narincokek, amprên bikaranîna hişbirê û mêzîneke elektronîk, hatin dîtin.
Ji bo ku derbarê wan de tedbîrên qanûnî bên girtin, sewqî Dozgeriya Giştî hatin kirin.”
Asayişê: Li Reqa, Tebqa û Minbicê 9 kes bi sûcên narkotîkê hatin girtin