Li Parzemîna Amerîka Jin di 8’ê Adarê de ji bo mafê xwe li qadan bûn

Ne tenê li Asya û Ewropa, lê li parzemîna Amerîka jî jin bi rengîniya xwe herikîn qadan.
Bi sedhezaran jin li dehan bajarî, ji bo başkirina qanûnên têkildarî jinê di nava çalakiyan de bûn.
Çalakiyên herî girseyî û bi pevçûn derbas bûyî jî li Meksîkayê bûn.

Meksîka welatê herî zêde di tundiya çalakiyên 8’ê Adarê yên îsal de derketî pêş e.

Li paytext Meksîko City meşa bi cuş despêkirî, di dawiyê de veguherî pevçûnan.

Bi hezaran jin li seranserê Amerîkaya Navîn meşiyan û li dijî tundiya ku rojane rastî wan tê û daxwaza mafên xwe dikin, meşiyan.

Hondûras li cîhanê navê wê di nava 5 welatên herî zêde tundûtûjî li ser jinan lê pêk tê de ye.

Bi vê hêrsê jin li qadan bûn.

Li welatên Amerîkaya Başûr yên weke Kolombiya, Venezuela, Paraguay, Brazîl û Uruguay jî bi boneya rojê çalakî hatin lidarxistin.

Bi deh hezaran jinên Şîliyî ji bo pîrozkirina Roja Jinan a Cîhanî bi stran û dîlanê li paytext Santiagoyê meşiyan.

Bi deh hezaran jin li Arjantînê polîtîkayên deshilatê yên têkildarî jinan şermezar kirin.

Li San Salvadorê bi sedan kes bi pankartan bi boneya Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê meşiyan.

Jinên li Perûyê li ber saziyên hikûmetê yên welat kom bûn.

Jinên cilên sor li xwe kirîn, helwesta hikumetê a paşguhkirina mafê jinan şermezar kirin.

Back to top button