Besê Hozat: Pêşmerge li dijî plana PDK’ê derketin

“Bi hevkariya PDK’ê, dagirkeriya Tirkan pêk tê” Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat bi van gotinan hevkariya PDK’ê û dewleta Tirk dinirxîne. Besê Hozat diyar kir ku “dewleta Tirk herêmên ku bi xwe nikare têkevê, dixwaze hêzên PDK’ê li wir bi cih bike. Pirsgirêk weke tê zanîn ne di navbera PKK û PDK’ê de ye. Pirsgirêk di navbera PDK û Kurdan de ye”. 

Di demekê de ku gelê Kurd li benda gavên çareseriyê ye û naxwaze şerê navxweyî derkeve, daxuyaniyên gurkirina şer ji aliyê PDK’ê ve derdikevin.

Ev yek jî di çaxekê de tê ku Dewleta Tirk êrîşên xwe yên li Başûrê Kurdistanê zêde dike û ji van gavên PDK’ê sûdeke mezin digire.

Ji lewre, Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat destnîşan kir ku, “polîtîkayên PDK’ê ji yên Dewleta Tirk ne cuda ne û divê sozên ku Tirkiye dane PDK’ê û hewl dide rejîma Tirk-Islamî ava bike, werin fêmkirin.”

Di vir de bal tê kişandin, ka helwesta pêşmergeyan çi ye, gelo ew jî tevlî vê planê dibin yan na?

Besê Hozat: Ev plan wê hemû destketiyên Kurdan ji holê rake

Hevesroka Konseya Rêveber a KCK’ê ji Medya Heberê re dibêje “Pêşmerge li dijî şerê navxweyî ne, lewma hêzên bi navê Roj û Gulan li herêmên Gerîla tên bicihkirin û ev yek jî zirarê dide destkeftiyên Kurdan”

Nexasim ku Yekîtî Niştîmanî Kurdistan YNK’ê, eşkere dagirkirina Dewleta Tirk a Behdînanê ragihand.

Besê Hozat ji ber şerê navxweyî hişyariyê dide, eger ev plan pêk were, ne tenê li Rojava û Bakur, lê belê wê destkeftiyên Başûrê Kurdistanê û Kurdistana Federal jî li holê nemîne.

“Prsgirêk na ya PKK û PDK’ê ye, pirsgirêk ya PDK û Kurdan e”

Tê zanîn, Dewleta Tirk a dagirker bi dehan sal hewl dide çiyayên Kurdan dagir bike û bike herêmên xwe.

Lê belê niha ji bo pêkanîna vê yekê, PDK’ê weke amûrekî bi kar tîne û wan li wir bi cih dike.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê di heman hevdîtina xwe de da zanîn ku, “ev pirgirêk ne ya PKK û PDK’ê ye, lê belê ya PDK’ê û Kurdan e.”

Back to top button