Xebatên yekîtiya Kurdî li ser rêgeza stratejîk û niştimanî didomin

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl gotegotên têkçûna diyalogên Kurdî-Kurdî red kir.

Aldar Xelîl li ser hesabê xwe yê Tewîtterê da zanîn ku xebatên yekitiya Kurdî li ser rêgezeke stratejîk û niştimanî berdewam dike.

Xelîl got:

Mixabin hin alî bi rêya ragihandinê, idia dikin ku diylogên Kurdî-Kurdî têk çûne.
Lê hîna xebatên yekîtiya Kurdî li ser rêgeza stratejîk, niştimanî û têkoşîna cidî, di vê çarçoveyê de, berdewam in.

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê destnîşan kir ku hewldanên propagendeya têkçûna diyalogan, xizmeta Kurdan nake, belê xizmeta aliyên ku dixwazin têkoşîn û destkeftiyên Rojava têk bibin, dike.

Back to top button