Rêveberiya Sotemeniyan a Giştî: Hefteya bê, wê mazot li herêmên Rêveberiya Xweser peyda bibe

Rêveberiya Sotemeniyê ya Rêbeberiya Xweser Sadiq El-Xelef ragihan ku destpêka hefteya bê, wê mazot li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê peyda bibe.

Hevserokê Rêveberiya Sotemeniyê Sadiq El-Xelef der barê kêmbûna mazotê de, da xuyakirin ku ji ber rewşa hewayê, hilberandina mazotê kêm bûye. Bi taybet li Herêma Cizîrê.

Sadiq teqez kir ku mazota depokirî têra tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê nake.

Her wiha Sadiq El-Xelef da zanîn ku xwediyên parzûnkên biçûk ên hilberandina mazotê, ji ber pêla berf û qeşayê rawestiyanbûn.

Back to top button