Şandina koçberan bo Ruandayê qanûnên navnetewî binpê dike

Planên Brîtanya yên li ser koçberan, rêxistinên mafê mirovan bihêrs kiriye.
Komîseriya Bilind a Penaberan a NY (UNHCR) got;
Plana Brîtanya ya şandina koçberan bo Ruandayê neyê qebûlkirin û li dijî hiqûqa navneteweyî ye.

Ofîsa Komîseriyê diyar kir ku serlêdana ji bo penaxwaziya li welatekî “nayê qebûlkirin” berpirsiyariyê ji bo welateke din bê dayîn.

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson got, ew bawer dike ku plan qanûnî ye.

Brîtayna dixwaze bi rêya plana heyî koçberên ku dixwazin li welat bimînin despêkê bişînin Ruanda ya Afrîka.

Li gorî peyamanê, koçberên ji 1’ê Çileyê ve bi rêya neqanûnî derbasî Brîtanya bûyîn wê ji bo Ruanda werin şandin.

Ev koçber wê li Ruanda li benda pejirandina wan a ji bo Brîtanya bimênin.

Zêdeyî 160 rêxistinên sivîl bang li hikûmetê kirin ku dev ji vê planê berde.

Ji aliyê Partiya Muhafazakar û partiyên muxalefetê jî rexne li hikumetê hate kirin.

Awistralya jî ji 2001’an ve kesên dixwazin serlêdana welatiyên bikin ji bo gravekê dişîne.

Back to top button