Xebatên sazkirina Peymana Civakî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike.
Komîteya Peymana Civakî îro bi meclis û komînên bajarê Hesekê re civiya û der barê reşnivîsa peymanê de nîqaş hate kirin.
Îro civîna duyemîn a Komîteya Sazkirina Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya kantona Hesekê pêk hat.
Di civînê de bi dehan hevserok û endamên sazi, meclis û komînên taxên bajêr amede bûbûn.
Di civînê de endamên Komîteya Biçûk a Sazkirina Peymana Civakî Aldar Xelîl, Ekrem Mehşûş û Corcêt Bersûm amade bûn.
Di destpêka civînê de reşnivîsa peymana civakî hat xwendin û li ser nîqaş hate kirin.
Beriya ku Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser reşnivîsê peymanê erê bike, civîn ji bo ku pêşniyar û nêrînên gelê herêmê tên lidarxistin.