Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, jimara qurbanan bû 2376

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jimara mezin a qurban û kesên bi vîrûsê dikevin, asta bandora vîrûsê li wir eşkere dike. Jimara qurbanan herî dawî bû 2 hezar û 376.

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, ragihand ku di 24 saetên dawî de, 117 kesên din jiyana xwe ji dest da û 3 hezar û 83 kesên din bi vîrûsê ketin.

Bi vê jimarê jî, heta nijha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 2 hezar û 376 kesan jiyana xwe ji dest daye û 98 hezar û 674 kes jî nexweş in.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, nederketina derve bo 31 bajaran dest pê kir

Li 31 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, nederketina derve ya ji bo 4 rojan dest pê kir û li gorî biryarê jî wê ev yek heya 26’ê Nîsanê dewam bike.

Back to top button