Zelal Ceger: Rêber Apo bi fikrê xwe komplo vala derxist

Hevseroka berê ya TEV-DEM’ê Zelal Ceger derbarê komploya navneteweyî ya 15’ê sibatê nirxanidn kir û diyar kir ku armanca komployê qirkirina gelê Kurd e. Her wiha piştrast kirin ku komplo îro di pratîka Rojavayê Kurdistanê de, bi yekîtiya kurd û ereban vala hatiye derxistin.

Hevseroka berê ya TEV-DEM’ê Zelal Ceger, tevli bernameya Jin Aktûel a Televizyona me bû û derbarê komploya navneteweyî nirxandin kir.

Zelal Ceger ev komplo şermezar kir û da zanîn ku armacna komployê tunekirina fikir û felsefeya Rêber Apo bû ku xwestin gel dûrî wê bixin.

Zelal Ceger bal kişand ser têkoşîna gel ya li hember komployê û diyar kir ku gel bi têkoşîna xwe hemû planên li dijî wan têk bir.

Zelal Ceger: Tu eleqeya PKK’ê bi terorê tune

Zelal behsa xistina PKK’ê di ‘Lîsteya Terorê’ de jî kir û da zanîn ku tu eleqeya PKK’ê bi terorê re tune.

Hevseroka berê ya TEV-DEM’ê Zelal Ceger dawiyê de piştrast kir ku heta azadiyê Rêber Apo û derxistina PKK’ê ji ‘Lîsteya Terorê’ dê têkoşîna xwe dewam bikin.

Back to top button