Hevdîtinên Mala Barzanî li gel Hulisî Akar

Duh serokê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokê Hikumeta wê Mesrûr Barzanî li Almanyayê bi rayedarên Tirkiyeyê cûda cûda civiyan.

Doh Mesrûr Barzanî li Elmanya di Konseya Ewlekariya Munîhê de bi Wezîrê Parastina Mîllî ya Tirk Hûlûsî Akar re civiya.
Akar li ser vê civînê daxuyaniyek da û ragihand ku ew û Barzanî li ser hevkariya ‘têkoşîna bi terorê’ re civiyane.
Piştî wê jî Nêçîrvan Barzanî bi Akar re civiya.
Her wiha Hûlûsî Akar li gel Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fûat Huseyîn re jî hevdîtin pêk anî.
Ne Akar û ne jî Huseyîn li ser naveroka civînê ti daxuyaniyek nedan.
Li gorî agahiyên hatin girtin di civînê de li ser hevkariya bi Tirkiyeyê re nîqaş hatiye kirin.
Tirkiyeyê 1’ê Sibatê êrişî Mexmûr, Şengal û Rojavayê Kurdistanê kiribû, roja 2’yê Sibatê jî Nêçîrvan li Enqereyê bi Erdogan re civiya bû.
Back to top button