Dewleta Tirk bi piştgiriya PDK’ê amadekariya êrişa dagirkeriyê dike

Endamê KNK’ê Ferhad Resûl têkildarî amadekariyên êrişên dewleta Tirk yên li dijî başûrê û gerîla dibêje,”dewleta Tirk dixwaza Başûrê Kurdistanê dagir bike û tiştek bi navê statûya Herêma Kurdistanê nemîne.” Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê Mehmet Kamaç jî îşaret bi polîtîka û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re kir û got, “Polîtîkayên PDK’ê çavkaniya sereke ya pirsgirêkan e.’

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê di 26’ê Adarê de bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker wê bi hevkariya PDK’ê êrişek li ser Başûrê Kurdistanê bide dest pê kirin.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de bang li raya Kurd kiribû li hemberî plana dagirker rabin û PDK’ê hişyar bikin.

Endamê Kongreya Netewî ya Kurdistanê Ferhad Resûl derbarê mijarê de ji Rojnews re axivî.

Ferhad Resûl: Armanc tinekirina Statuya başûrê Kurdistanê ye

Ferhad Resûl diyar kir dewleta Tirk dixwaze Kurdistanê dagir bike û statûya Başûrê Kurdistanê nemîne.

Ferhad anî ziman ji ber vê yekê metirsî li ser Kurdistanê heye û got:

Giringe gelê Kurd li gel hemû aliyên siyasî li dijî her cure êriş û dagirkeriyeke dewleta Tirk rabin.

Endamê KNK’ê Ferhad Resûl amadekariyên êrişên dewleta Tirk yên li dijî herêmê destnîşankir û got:

“Wê vê yekê jî tevî wan hêzên siyasî ku berjewendiya wan li hev hene êrişê ser deverên gerîla bike.

Ger dewleta Tirk di vê plana xwe de biserkeve, wê tiştek bi navê Kurdistan nemîne. ”

Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Mehmet Kamaç jî, têkildarî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re axivî.

Mehmed Kamaç: Divê PDK xebatên xwe yên partiyê li ser destkeftiyên Kurdan re nebînê

Kamaç, bilêv kir ku di demên dawî de têkiliyên Tirkiyê yên bi PDK’ê re ber bi hêleke din ve çûne û got,

“PDK divê helwesta Tirkiyê ya referandûma serbixwebûnê ji bîr neke. ”

Kamaç, bal kişande ser girîngiya yekitiya netewî û got:

“Çi dibe bila bibe divê gelê kurd meseleyên navxweyî bi feraseta yekîtiya neteweyî çareser bikin.”

Dawî Mehmet Kamaç diyar kir ku polîtîkayên PDK’ê çavkaniya sereke ya van pirsgirêkan e û divê PDK xebatên xwe yên partiyê û herêmî di ser destkeftiyên kurdan re nebîne.

Li aliyên din kampanya derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê ya li Başûrê Kurdistanê herku diçe berfireh dibe

Mela Senger: PKK ji bo mafê Kurdan şer dike divê ji lîstê bê derxistin

Mamostayê Olî Mela Senger Ebdulqadir yê ji navçeya Soran, derbarê hiştina navê PKK’ê di nava lîsta terorê de ji Rojnews re axivî.

Mela Senger diyar kir di çavê welatên serdest û herêmî de ne tenê PKK, hemû Kurd wek terorîst tên dîtin û got:

Di dema rejima Baas de jî Kurdên Başûr wek îstixbarat û têkder dihatin binavkirin.

Mela Senger destnîşan kir PKK ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd şer dike, divê ji lîsta terorê bê derxistin.

Back to top button