Nobeta “Azadî ji Ocalan re” ket hefteya 400’î

Çalakiya ”Azadî Ji Bo Ocalan” li pêşiya Konseya Ewropayê dewam dike.

Çalakî ji aliya komek ji bajarê Fransayê dewer tê girtin.

Çalakiya nobeta “Azadî ji Ocalan re” ya li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê ya Strasboûrga Fransayê tê lidarxistin, bi tevlêbûnên nû di hefteya 400 de dewam dike.

Nobedarên vê hefteyê komek ji bajarê Montpellîerê ya Fransayêye.

Li ser navê komê Cevat Guneş diyar kir ku komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan xaleke reş e di dîrokê de.

Guneş destnîşan kir ku gelê Kurd 8 sal in vê çalakiyê didomîne û got: “Bila kes ji me nexwaze ku em Rêbertîya xwe ji bîr bikin. Em ê her dem girêdayî Rêbertîya xwe bin.”

Çalakiya ”Nobeta Azadî ji Ocalan re” 25’ê Hezîrana 2012’an dest pê kir û heta niha bênavber dewam dike.

Back to top button