Di topbarana li ser gundê Şêx Îsa yê herêma Şehbayê de 2 şênî birîndar bûn.
Duh dewleta Tirk a dagirker gundê Şêx Îsa yê herêma Şehbayê bi çekên giran topbaran kir.
Hate zanîn ku di encama wê topbaranê de 2 şênî birîndar bûne.
Şêniyê bi navê Mihemed Talib Himêdan (40) ji zik û ranê xwe yê rastê birîndar bûye û kurê wî Talib Mihemed Himêdan (17) jî ji aliyê çepê yê zikê xwe birîndar bûye.
Her du birîndar li Nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê têne dermankirin û rewşa wan giran e.
Dewleta Tirk a dagirker rojane gundên li eniyên şer bi balafirên bêmirov û çekên giran topbaran dike, ruxmî ku şênî lê hene.