Salvegera 35 a koça dawî ya Hunermend Mihemed Şêxo

Tevî ku 35 sal li ser koça dawî ya hûnermendê netewî Mihemed Şêxo re derbasbûye lê bi hûner û awaza xwe îro di dilê hemû kuristaniyan de ye.

Xwedanê vê awazê hunermandê navdar Mihemed Şêxo ye.

Îro 35 sal li ser koça dawî ya Mihemed Şêxo re derbas bûn.

Mihemed Şêxo yek ji hûnermendên ku piştî koça dawî kiriye jî nav, stran û awazên wî her di nav dilê gel de cihê xwe girtiye û li ser zimanan daneketiye.

Ev hûnermendê nav û deng li gundê Xecokê yê bajarê Qamişlo sala 1948’an çavên xwe li dinyayê vekiriye.

Di sala 1969’an de diçe Beyrûdê û di sala 1972’yan de vedgere Rojavayê Kurdistanê.

Piştî vegera xwe, bi çend hevalên xwe re komek mozîkê ava kir û tevlî şahî û pîrozbahiyên Newrozan dibû.

Mihemed Şêxo ji ber zextên rejîmê çû Başûr

Şêxo ji ber zextên rejîmê di dawiya sala 1972’yan de çû başûrê Kurdistanê û ji wir jî çû Bexdayê û ev strana xwe ya yekem li wir çêkir.

Piştî Mihemed Şêxo vedigere Qamişlo, rastî gelek zextên rejîmê tê û tê girtin.

Di sala 1973’yan de cara duyemîn diçe Bexdayê, xebata xwe ya muzîkê didomîne û 10 sitranan tomar dike.

Êdî dengê Şêxo, di radyoya dengê Kurdistan, Bexda û Kirmanşanê de li çar aliyê Kurdistanê hat guhdarkirin.

Piştî peymana Cezayîrê û têkçûna serhildana kurdan a Başûr, Şêxo çû Rojhilatê Kurdistanê 2 sal li wir dîmîne û di sala 1983’an de vedigere Qamişlo.

Mihemed Şêxo zêdetirî 120 stran çêkirin

Şêxo li Qamişlo li navendek hunerî zarok û xortan hînî muzîk û sitranan dike.

Bi taybetî sitranên gelerî û sirûdên netewî û welatparêziyê fêr dike.

Şêxo di 9’ê Adara sala 1989’an de di 41 saliya xwe de koça dawî kir.

Mehemed Şêxo zêdetirî 120 stran çêkirin û 14 kaset tomar kirin.

Ji Bîra Dîrokê-Mihemed Şêxo

Back to top button