Şaredariyên Dêrazorê Projeyên xizmetguzariyê bi dawî kirin

Şaredariyên kantona Dêrazorê gelek projeyên xizmetguzariyê bi dawî kirin.
Ji wan projeyan firehkirina torên ava vexwarinê li gundewarên rojavayê Dêrazorê bû.

Şaredariya kantona Dêrazorê projeyên xizmetguzariyê yên ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dabûn destpêkirin, bidawî kirin.

Ji wan projeyan firehkirina torên ava vexwarinê li gundewarên rojavayê Dêrazorê bû.

Desteyê gelek stasyonên avê li gundewarên rojavayê Dêrazorê sererastkir.

Der barê mijarê de, hevserokê Nivîsgeha Xizmetguzarî ya Meclisa Herêma Rojava Wehab El Beşar axivî û got:

“Di nava bendên kongreya Xurtkirina Ewlehî û Îstîqrarê de divê xebat li ser başkirina rewşa xizmetguzarî bê kirin.

Bi wê re Desteya Şaredarî û Xizmetguzariyan bi hemû enerjiya xwe hewl dide rewşa xizmetguzarî li herêmê baş bike.”

El Beşar wiha dawî li gotina xwe anî: “Ji bo başkirina rewşa xizmetguzarî û xizmetkirina şêniyan em di pêkanîna projeyan de dewam dikin.”

Back to top button