Çalakiya Greva birçîbûnê 104 rojin didome

Çalakiya greva birçîbûnê 104’rojin dewam dike. Biryardariya girtiyan hiştiye ku ev çalakî berbelavî tevahî kurdistan û Ewropayê dibe.
Di vê çarçoveyê de li bajarê Avîgnon ê Fransayê, çalakiya greva birçîbûnê ji bo sê rojan hat destpêkirin.
Jinên tevlî çalakiyê bûn gotin, Azadiya Rêberê Apo azadiya jinan e.”

îro çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza “ji rêber Apo re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî” derbasî 104′ rojan bû.

Heta vê gavê jî girtî bi bryardariyeke xurt li berxwe didin.

Piştgriya bi grevê re jî bi vê biryardariyê belavî tevahî cîhanê dibe.

Li dijî tecrîda li Îmraliyê li Avîgnonê greva birçîbûnê hat destpêkirin

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê li bajarê Avîgnon ê Fransayê, li dijî tecrîda ser rêber Abdullah Ocalan, çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin.

Ev çalakî bi boneya 8’ê Adarê hat destpêkirin û wê bi komên ku 3 kesin pek tê bi awayekî bi dorveger bidome.

Jinên tevlî li çalakiyê bûn diyar kirin ku “Azadiya Rêber Apo azadiya jinan e.”

Jinan banga xwedîderketina li berxwedana girtiyan û Dayikên Aştiyê kirin.

Nobeta Edaletê bi biryardariya dayikan bi coş dibe

Her wiha nobeta Edaletê ya pêşengiya xizmên girtiyan hatibû destpêkirin li bajarê Wan û Stanbolê didome.

Nobeta li Wanê bi serdanan di roja 92’an dewam kir.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgûn Uçar, Parlamentera (DEM Partî) ya Wanê Pervîn Buldan, Hevseroka ya Bajêr ya DEM Prtiyê Gulşen Kurt, Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kesî ziyaret kirin.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgûn Uçar axivî û diyar kir ku polîtîkayên zextê tenê li ser Kurd û Kurdistanê sînordar nînin.

Çîgdem Kiliçgûn got, Polîtîkayên tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan li her qadê belav bûye.

Tu ferq û cudahî di navbera polîtîkayên li hundir û derve yên li Tirkiyê tên meşandin nîne, tam di vê serdemê de divê em bi berpirsyarî rabin.

Nobeta Edaletê ya li Stenbolê jî di roja 89’an de dom kir.

Welatiyên çûn serdana nobetê kulîlk dan dayikan û bi dirûşma “Jin jiyan azadî” 8’ê Adarê pîroz kirin.

Namzetên hevşaredariya DEM Partiyê yên navçeya Kadikoy û Umraniyê jî di nav de gelek welatî hatin serdana nobetê.

Çalakî bi dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

Greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 101. de ye

Back to top button