Çeteyan ji gundên Meydana yên Raco 3 sivîl revandin

Rêxistina Mafê Mirovan a li Efrînê ragihand ku roja duşemê ya derbasbûyî, çeteyên dewleta Tirk bi ser gundên Meydana yên navçeya Reco girtin û 3 sivîl revand.

Li gorî rêxistinê navê kesên hatîn revandin,

Mihemed Şêx Hesen ji gundê Dodê,

Şeban Şêxo ji gundê Gazê,

û Mihemed Hesen ji gundê Gewanda ye.

Rêxistinê da zanîn ku ji bo satndina fidyeyan çeteyan her sê sivîl revandin.

Çeteyan 300 darên zeytûnê li navçeya Bilnilê birîn

Malpra Afrinpost jî ragihand ku çeteyan 300 darên zeytûnê yên şêniyê bi navê Reşîd Silêman yê ji gundê Qizlbaşa yê Bilbilê birîn.

Li gundê Cobana yê navçeya Cindirêsê jî çeteyan agir bi daristana gundê xist.

Back to top button