Navên 40 çeteyên ku dewleta Tirk ew şandine Azerbêcanê, hatin eşkerekirin

Duh, dewleta Tirk a dagirker hêjmarek ji çeteyên koma bi navê “Firqet Sultan Mûrad” ji Efrînê şand Azerbeycanê. Navên 40 çeteyên ku dewleta Tirk ew şandine Azerbaycanê jî hatin eşkere kirin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, dewleta Tirk a dagirker 50 çeteyên ku li Efrînê perwerde kirin şandin Azerbaycanê û ji wan navên 40 çeteyî hatine eşkerekirin.

Hat diyar kirin ku piştî dewleta Tirk soza dayîna nasnameya Tirk da çeteyên ku beşdarî şerên li derveyî Sûriyê bibin, 150 çete xwe amede dikin ku biçin Azerbaycanê.

Hate zanîn ku dewleta Tirk di meha Tabaxa derbasbûyî de 275 çete şandine Azerbaycanê.

Dewleta Tirk ji bo 600 çeteyên komên Ehrar El-Şerqiyê û Sultan Murad jî şandin Yemenê.

Li gorî çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan, dewleta Tirk jê 350 zarok, nêzî 18 hezar çeteyên Sûrî şandine Lîbyayê.

Back to top button