Li Endonezyayê Lehî rabû hejmara kesên jiyana xwe ji dest da, bû 60 kes

Li herêma Cakarta ya Endonezyayê ji ber barana zêde û rabûna lehiyê hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest daye gihişt 60 kesî.

Ji ber barana zêde ya li herêma Cakarta ya Endonezyayê ku 30 milyon mirov lê dijîn , lehî rabû.

Di encama lehiyê de hin tax di nava avê de man, gelek avahî ziyan dîtin û hejmarek wesayit li ber avê çûn.

Ji ber barana zêde ya beriya sala nû bi rojekê, li gelek cihan erd ji hev şeqitî, di encamê de 60 kesan jiyana xwe ji dest da û tê gotin hê jî 2 kes winda ne.

Helîkopteran duh xwarin li kesên ku ji lehiyê filitîne, gerandin.

Tê payin ku van rojên pêş şiliyeke xurtir were, ji ber vê 170 hezar kes ji bo demekê li stargehan hatine bicihkirin.

Ji ber lehiyê hê jî bi deh hezaran mirov venegeriyane.

Piştî lehiya li Endonezya ya sala 2013’an ku bi dehan kesî jiyana xwe ji dest da, ev kareset yek ji karesatên herî giran e.

Leave a Reply

Back to top button