Parlamena Iraqê ji bo derxistina hêzên biyanî dicive

Piştî kuştina Qasim Silêmanî, wê Permalana Îraqî hebûna hêzên biyanî, mîna Emerîka, Îran û Tirkiyê li welatê xwe nîqaş bike..

Civîna Permalanê ya ku bi awayekî awarte pêk tê, wê geşedan û rûdanên dawî li Iraqê jî gotûbêj bike..

Li gorî çapemeniya Îraqî wê Koma “Hevpeymana Fetih” pêşnûmeyek taybet a ji bo derxistina hêzên beyanî li Iraqê pêşkeşî parlamanê bike..

Duh Ketîbeyên Hizbullaha Iraqê nameyek ji Serokê Parlemana Iraqê Mihemed El-Helbûsî re şandibû, tê de daxwaza helwesteke tund li dijî hebûna Hêzên Emerîkî li Iraqê kiribû.

Parlementerê hevbendiya ”Sa’îrûn” a bi serokatiya Muqteda El-Sedir Selam El-Şemerî û parlementerê hevbendiya ”Fetih” Falih El-Xez’elî daxwaza dengdanê derbarê derxistina hêzên Emerîkî ji Iraqê ji Parlemanê kir.

Ji aliyê xwe ve Seroka Fraksiyona PDKê Viyan Sebrî ragihand, fraksiyonên Kurdistanî di rûniştina îro ya Parlemana Iraqê de amade nabin

Tê zanîn ku piştî Rêjîma Baas sala 2003 têk çû, gelek welatan hêzên xwe li Iraqê bi cih kir û biryara vî welatî ji destê xwediyên wî derket..

Leave a Reply

Back to top button