Rûsya û Çînê ji bo kuştina Qasim Silêmanî, tevgera hêzên Emerîka bi ya xerab bi nav kir.
Wezîrên derve yên welatên navborî peywendiyeke telefonî pêk anî û helwestek wekhev li dijî kuştina Silêmanî nîaşan da.
Wezîrê derve yê Çînê Wang Yî diyar kir ku, Emerîka hêza xwe bi şêweyekî xirab bi kar tîne û divê krîza navbera Emerîka û Îran bi diyalogê çareser bibe.
Di heman demê de Wezareta derve ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê pişgtiriya helwestên dijberî kuştina Silêmanî kir û Emerîka bi binpêkirina zagonên NY tewanbar kir.
Rûsya destnîşan kir ku divê serweriya welatan û ewlehiya wan were rêzgirtin.
Her wiha YE jî banga rawestandina tundiyê li Iraqê kir û xwest hemû welat bi berpiriyartî tev bigerin.
Kuştina Suleymanî
Umen banga rawestandina êrîşan kir
Umanê jî helwesta xwe li dijî kuştina Suleymanî diyar kir û got: Divê di navbera Emerîka û Îranê de diyalog çêbibe û bi hev re biçin çareseriyeke diblomasî.