Çalakiya greva birçîbûnê 100 roj tomar kirin

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li 107 girtîgehan dest pê kirî, bi vîneke xurt didome û 100 roj li pey xwe hişt. Li girtîgehan jî zext û zulim zêde bûye û 40 pasvanî girt ser qawîşên jinan. Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan teqez kir ku heta tecrîd bi dawî nebe, demokrasî nayê welat.

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li 107 girtîgehan dest pê kirî, îro roja xwe ya 100 tomar dike.

Li Mexmûrê 79 û li Yûnanistanê jî 62 roj li pey xwe hiştin.

Li zindanan 40 pasvanî girt ser qawîşên jinan

Li zidanan jî, herî dawî zêdeyî 40 pasvanên girtîgehan bi kêfî avêtin ser qawîşên jinan.

Girtiyan bi rêya malbatên xwe diyar kir ku roja Înê ya borî bi dehan pasvanên girtîgehan bi kêfî avêtin ser qawîşên jinan lêgerîn kir.

Girtiyeke siyasî got:

Em li qawîşê 30 kes bûn, pasvanên girtîgehan hatin, ew jî ne bes bûn teknisyen jî ketin hundirê qawîşê.

Çalakiya kon a pêşiya parlamena Bremenê bi dawî bû

Li bajarê Bremen a Almanyayê bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya kon a 3 rojî ya li pêşiya avahiya parlemenê hatibû lidarxistin, bi mîtîngekê dawî bû.

Di çalakiyê de, name ji bo azadiya Ocalan hatin şandin û banga li NY’ ku bi erka xwe rabin, hate kirin.

Li bajarê Hembûrga Almanya name ji NY re hatin şandin

Li bajarê Hambûrga Almanyayê jî, di çarçoveya pêngava TJK-E ya “100 sedem ji bo darezandina dîktator, 100 hezar îmze” standa îmzeyan hate danîn.

Stand ji aliyê hevparên Meclisa Jinan a Rojbîn ve hate danîn û piştî standê ji bo azadiya Rêberê Abdullah Ocalan û dawîkirina tecrîdê name ji Sekreteriya (NY) re hatin şandin.

“Heta tecrîd bi dawî nebe, demokrasî nayê welat”

Der barê tecrîdê de, Heveroka HDP Pervîn Bûldan diyar kir ku tecrîda bê hiqûqî ya li hember Birêz Ocalan ê li Îmraliyê tê meşandin tiştekî dermirovahî ye û teqez kir ku heta tecrîd bi dawî nebe, demokrasî nayê welat.

Hevserokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Oztur Turkdogan jî destnîşan kir ku divê Tirkiye mijara Kurd ji nû ve bixe rojevê û ji nû ve rewşa Abdullah Ocalan bê nîqaşkirin.

Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehên Herêma Marmara ya Komeleya “Ji Bo Hiqûqnasan Azadî” (OHD) Bariş Mahîr da zanîn ku divê raya giştî li ber grevan dengê xwe bilind bikin. Ji ber ku pêvajoyeke ne hiqûqî tê birêvebirin. Li dijî tecrîdê divê bang li wezaretê bê kirin.

Back to top button